Jinên erab ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
- 17:04 9 Mijdar 2017
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ- Jinên ereb li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan bertekên xwe nîşan dan û gotin"Di vê ku jinên ereb layîqê fikir û tekoşîna Rêber Apo bin û ji bo azadiya wî her di nav tevgerê d bin."
Dewleta tirk her roj tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan giran dike û tu agahî li ser rewşa wî ya tendrustî nayê girtin herwiha malbat û parêzerên wî jî nikarin biçin serdana wî. Jinên ereb yên navçeya Girkê Legê ya girêdayî bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê li dijî tecrîta li ser Abdullah Ocalan bertekên xwe nîşan dan.
Jina bi nave Ayişa Ehmed li ser navê jinên ereb tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û wiha got:" Dewleta tikr a faşîst bi tecrîdê dixwaze civakê ji felsefiya Rêber Apo qut bike, lê ev yek wê pêk neyê. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocelan Rêberê me ye û em jî li ser Felsefiya wî dimşin. Em ji vê tecrîdali ser Rêber Apo şermezar dikin û dibêjin bila demildest bi Rêberê me re hevdîtin bê kirin."
'Bi firkên rêber Apo jinên ereb xwe nas kirin'
Her wiha jina bi nave Merwa Ibrahîm jî diyar kir ku di vê di demeke nêz de ji Rêber Apo Agahî bê girtin û ev tişt got: "Di kesayeta Rêber Apo de jinên ereb kesayet û hebûna xwe naskirin. Em ê her roj li qadan bin ji bo azadiya Rêber Apo."








