'Grêvên Azadiyê' mezin dibin: Rêyek ronî hebe ew jî ji Îmraliyê derbas dibe

  • 09:02 9 Mijdar 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Grêvên birçîbûnê yên ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê şikandin û ji bo azadiyê dest pê kiribûn, pêl bi pêl mezin dibin. Jinên ku azadiya Rêberê PKK'ê wekî azadiya xwe dibînin  wiha gotin:"Ku rêyek ronî li pêş me hebe ew jî ji Îmraliyê derbas dibe."
 
Tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin ji 5'ê Nîsana 2015'an heta a niha bi awayekî girankirî didome. Nûçeyên ku derbarê Abdullah Ocalan de li ser medyaya civakî hatibûn belav kirin, hîn jî Gelên Kurd û dostên Gelê Kurd dixe fikaran. Gelên Kurd ku ji jiyana Abdullah Ocalan fikaran dikin li Tirkiyeyê, Kurdistanê û li bajarên Ewropayê dest bi çalakiyan kirin. Grêvên birçîbûnê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî bajar bi bajar belav dibe û wergeriyan 'grêvên azadiyê'.  
 
Jinên Mêrdînê yên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin grêvê anîn ziman ku tecrîd sûcê mirovatiyê ye û bang li hemû kesan kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya wan a 'azadiyê'. 
 
 'Em ê hebûna xwe ya li qadan bidomînin'
 
Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Mêrdînê Şaha Memîş derbarê çalakiyan de axivî û da zanîn ku di bin navê OHAL'ê de tê xwestin ku dengên aliyên muhalîf bên qutkirin û wiha dewam kir:"Kaosa ku li vî welatî tê jiyîn encax bi azadiya Abdullah Ocalan ji holê rabe û gerek demildest deriyên Îmraliyê vebin."
 
'Bila jin dengê xwe derxin'
 
Leyla Şamana ku beşdarî grêva birçîbûnê ya Nisêbînê bû da zanîn ku gerek bi taybet jin li dijî tecrîdê têbikoşin. 
 
Leylayê wiha dewam kir:" Heta ku agahiyek baş em derbarê tendirustiya Abdullah Ocalan bigirin dê çalakiyên me dewam bike. Ya deriyên Îmraliyê dê vebe û hevdîtinê pêk were yan jî Gelê Kurd dê biherikin qadan. Em li vira bang li hemû jinan dikin ku li ba me bisekinin û piştgiriyê bidin çalakiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan em pêk tînin. Çimkî ku li pêşiya me rêyeke ronî hebe ew jî ji Îmraliyê derbas dibe. Em li dijî vê tecrîdê bê deng neminin."