Jinên Kobanê Aboriya xwe pêşve dixin

  • 17:26 8 Mijdar 2017
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê bi hatina Zivistanê re ketin nava tevgerê û vê carê jî jinên di warê çandiniyê aboriya xwe pêşve dibin cihê xwe di nava kooperetîfan de digrin.
 
Bi pêşengtiya Kumîteya Aboriya jinê ya Kantona  Kobanê ya Herêma Firatê jinan ji b o pêşxistina aboriya xwe cihê xwe di nav kooperatîfên çandinyê de girtin. Jinên ku cihê xwe di nav kooperatîfan de girtin civînek li darxistin û niqaşên girîng kirin. Di civînê de niqaşên li ser pêşxistina çandiniyê derketin pêş. 
 
Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kombanê Emîne Xelîl di civînê de axivî û wiha got: "  Ev cara yekê ye ku li Kobanê civîna kooparetîfên jinê çêdibe. Kooparetîf ji bo malbatên aboriya wan kêm û malbatên şehîdan hatatin avakirin.  Niha di destên me de 160 ered hene. Em ê van erdan tevahî ji bo jinan biçînin ku aboriya xwe pêşbixin û debara mala xwe bikin."
 
Emîne Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kooperatîfan a ji bo jinan û wiha got: " Dema çandiniyê rêxistin tov dide me, lê piştî ku em çandiniyê dikin em wî tovî li wan vedigerînin. Ji bo jinekê koopertîf pir girîng e. Ji ber ku jin dikare aboriya xwe bi destê xwe bêşbixe û bêyî ku mihtacî kesekî nebe debara mala xwe dike."