Li Yukselê roja 365'emîn: 3 kes hatin binçavkirin
- 15:31 8 Mijdar 2017
- Rojane
ENQERE - Li Kolana Yukselê çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” tam salek e bê navber didome. Polînsan mudaxileyî çalakgeran kirin û 3 kes binçav kirin.
Çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi KHK’ê ji kar hatin avêtin di roja 245’an de dewam dike. Çalakiya kedkarên cemaweriyê ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 365’an de berdewam kir û salek li pey xwe hişt. Çalakgerên xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin, li Kolana Konurê kom bûn. Polîsên bi mertal û maşineyên zirxî kolan girtin, destûr nedan ku çalakger derbas bibin. Çalakgerên xwestin li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, dirûşim berz kirin. Kêliya ku pankart hat vekirin, polîsan êrîşî çalakgeran kirin û pankart çirandin. Polîsên ku bi mertalên xwe çalakger dorpêç kirin ronamegerên xwestin ku dîmen bigirin asteng kirin. Bi vê yekê re polîsan 3 kes binçav kirin.








