Jinan ji bo mîtînga 'Wê azadî bi ser keve' bang kirin
- 15:20 8 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Jin beriya mîtînga ku wê di pêşengiya Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA'yê de bi dirûşma 'Wê azadî bi ser keve' bê lidarxisitn mal bi mal geriyan û jin vexwedin mîtîngê.
Di pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de wê di 11'ê Mijdarê de li Qada Îstasyonê a li Amedê mîtîng bê lidarxisin. Xebatên mîtînga ku wê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bê lidarxistin de bi tevlibûna gelek jinan berdewam dike. Jinên ku li navçeyên Rezan, Peyas, Yenîşer û Sûra Amedê belavok belav kirin bang li hemû jinan kirin ku di 11'ê mijdarê de bi reng û bi daxwazên xwe qadan tijî bikin.
Her wiha Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlamenterên Amedê yên HDP'ê Feleknas Uca, Meclisa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê li navçeyan Rezan a Amedê li bazara ku hatibû damezrandin belavok belav kirin û diyar kirin ku wê xebatên wan heta 11'ê mijdarê berdewam bikin.








