Ji grevên azadiyê peyama hevpar

  • 14:51 8 Mijdar 2017
  • Rojane
NANEVDA NÛÇEYAN - Grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin ji alyê komên nû ve dewr tê girtin û serdanên çalakiyê jî berdewam dikin. Pyama hevpar a çalakiyan "Em bang li hemû kesî dikin ji bo azadiya birêz Ocalan tevlî berxwedanê bibin" ye.
 
Grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin li gelek bajar û navçeyan di pêşengiya DBP, HDP û Meclisên Dayikên Aştiyê de berdewam dikin.
 
Wan
 
Çalakiya greva birçîbûnê ku li wanê li avahiya DBP'ê hat destpêkirin di roja 7'an de berdewam dike. Greva li Çardêrana Wanê duh ji aliyê rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeyê ve dewr hat girtin îro  ji aliyê rêveberên  Elbak û Payizavayê yên DBP û HDP'ê ve dewr hat girtin. Herwiha  Umît Dede, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA'yê jî çûn serdana çalakvanan.
 
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdînê jî greva birçîbûnê ku li dijî tecrda li ser Ocalan hatibû destpêkirin ji aliyê koma 4'emîn ve dewr hat gitin. Li midyatê , Artûklu û Qoserê jî greva ku dorveger berdewam dike ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeya mezin tê. Greva ku hat destpêkirin wê 3 rojan berdewam bike.
 
Mêrsîn
 
Li Mêrsînê jî çalakiya grevê di roja 3'emîn de berdewam dike.  Di çalakiya ku li avahiya HDP'ê ya Akdenîzê berdewam dike de çalakger di niqaşên ku dikin de balê dikişînin ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan.
 
Enqere
 
Li Enqereyê jî greva ku ji aliyê Meclisa Jinan a HDP'ê ve ji Meclisa Dayikên Aştiyê dewr hat girin berdewam dike. Di çalakiyê de jinên çalakvan  hem mêvanan pêşwazî dikin  hem jî pêvajoya siyasî dinirxînin û balê dikişînin ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan.
 
Edene
 
Rêxistina Bajar a Edeneyê ya Partiya Demokratîk a gelan (HDP) û ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Ji bo ku tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin li avahiya HDP'ê ya Seyhanê  dest bi greva birçîbûnê ya bi dewm û dorveger kirin.