Melayê tacîzkar ji kar hat dûrxisitn

  • 14:36 8 Mijdar 2017
  • Rojane
TRABZON - Mela A.O yê  ku ji  Karmenda li Muftîtiya Ortahîsarê dixebitî re li ser medyaya civakî peyamên tacîzkar şandin ji ser karê xwe hat dûrxistin.
  
Jina 21 salî a bi navê E.A ku li Muftîtiya Ortahîsara Trabzonê dixebte li melayê mizgeftê yê bi navê A.O ku ew li ser medyaya civakî tacîz kir gilî kir. E.A. ya ku daxwaznameya xwe ya gilîkirinê da Muftîtiya navçeyê jî daxwaz kir ku derbarê A.O de lêpirsîn bê vekirin û ji kar bê dûrxisitn.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Qeymeqamtiya Ortahîsarê hat vekirin de mela A.O. ji kar hat dûrxisitn