Jinên Efrînê pêdiviyên xwe ji hilberîna demsala zeytûnan peyda dikin

  • 09:58 8 Mijdar 2017
  • Rojane

Ferîde Zede/ Orîvan Bekrî

EFRÎN - Jinên ku di demsala zeyîtûnan de dixebitin û pêdiviyên xwe pêk tînin nerînên xwe anîn ziman û wiha gotin:" Axa Efrînê pîroz û dewlemend e, heta ku em hebin em ê axa xwe biparêzin û li ser axa xwe bixebitin."
 
Jinên li herêma Efrînê dijîn pêdiviyên xwe herî zêde ji hilberînên axa xwe peyda dikin. Yek ji van hilberînan zeytûn e. Efrîn bi darên zeytûnê xwe navdar e. Demsala çinîna zeytûnan ji dawiya meha cotmehê dest pê dike û heta meha çileyê bi dawî dibe.
 
Bi hatina demsala zeytûnan jinên kedkar berê xwe dan nava zeviyên zeytûnan û dest bi berhevkirina zeytûnan kirin. Jin ji serê sibehê dest bi çinîna zeytûnan dikin heta ber bi êvarê diqedînin. Jinên di demsala zeytûnan de dixebitin nêrînên xwe wiha anîn ziman. 
 
Jina bi navê Hêvîn Resûlo diyar kir ku jin debara jiyana xwe bi hilberîna zeytûnan dike û derbarê çinîna zeytûnan de wiha got:" Em zeytûnên şîn dişkînin û zeytûnên reş jî kêrê lê didin û her duyan şêrîn dikin.  Beşê zeytûnan ên mezin jî em dişînin megbazê û dikin zeyt. Piştî dibe zeyt em ji bo xwarina xwe a salê radikin a mayî jî em difiroşin û debara jiyana xwe pê dikin".
 
' Jin her jêhatî ne '
 
Jina bi navê Ewaş Ebdo destnîşan kir ku Gelê Kurd bi xebatên çandiniyê tên naskirin û got:"Erzaqên me yên zivistanê yek jê zeytûn in. Jin her jêhatî ne loma dikarin debara xwe jî bikin."
 
 'Jina kedkar dikare her karî bike'
 
Her wiha jina bi navê Kerîme Mihemed diyar kir ku jin bê alîkariya tu kesî pêdiviyên xwe ji hîlberîna zeytûnan peyda dike û  got:"Ez bi tenê hatime nav zeviyên xwe û  zeytûnan berhev dikim. Jinên kedkar dikarin her karî bikin. Loma bila baweriya jinan her dem bi wan hebe."
 
"Em darek zeytûnê bi tevahî malê cîhanê nadin"
 
Kerîmeyê bi lêv kir ku jin dikare dorpêçkirina li ser Efrînê bi tena serê xwe rake û got:"Axa Efrînê gelek dewlemend e, lewma pêdiviyê welatiyên Efrînê bi tu kesî nîne. Ev şerê tê kirin ji bo axa me ya pîroz e, em bihustek axa xwe ango darek zeytûnê bi tevahî malê cîhanê nadin, dijmin nikare destên xwe biavêje axa kurdan."