SKM'ê kampanyaya 'Em dixwazin li Kurdistanê azad bijîn' da destpêkirin

  • 09:14 8 Mijdar 2017
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Jinên SKM'yî ku xwestin balê bikişînin ser kuştina jinan û tundiya li ser wan bi dirûşma "Em dixwazin li Kurdistanê azad bijîn" kampanya dan destpêkirin. Denîz Aktaş a ku derbarê, kampanyayê de agahî dan diyar kir ku bi OHAL'ê re jiyana jinan hatiye astengkirin û ew ê li dijî vê têbikoşin.
 
Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) ya ku di her 11'ê mehê de li dijî qirkirina jinan çalakiyê li dar  dixe di encma van çalakiyan de di 7'ê Cotmehê de bi deklerasyonekê  damezrandina xwe îlan kiribû.
 
Denîz Aktaş a ku di kampanyaya bi minasebeta "25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li dijî Tundiya li Ser Jinan" de cih girt, diyar kir ku mêr bi qanûnên ku dijminantiya jinê esas digirin tên parastin.
 
'Li Kurdistanê daxwaza jiyana azad'
 
Denîz diyar kir ku ew ê bi çalakiyên ku wê di navbera 1-25'ê mijdarê de li dar bixin piştgiriyê bidin kampanyayê û wiha got: "Pêkanînên ku bi OHAL'ê re kirin meriyetê yên newekheviyê diparêzin hene. Ev pêkanîn di serî de li dijî jinan hatin kirin. Bi KHK'yên ku hatin derxistin re gelek jin ji kar hatin derxistin û dûrxistin. Em dikarin bibêjin ku 25 hezar jin betal hatin hiştin û saziyên jinan hatin girtin. Ev ji bo me pirsgirêkên herî giran in. Tecwizkar serbest digerin  û parêzerên mexdûran tên girtin. Herwiha gelek siyasetmedar û hevşaredar hatin girtin û ev jî bû sedem ku tundiya li dijî jinê zêde bibe."
 
'Em qeyûmên ku tayînî îradeya me kirin qebûl nakin'
 
Denîz bal kişand ser qanûnên ku di demên dawîn de hatin derxistin û wiha got: "Hat xwestin ku jin bi tecawizkarên xwe re bên zewicandin. Qanûnên bi vî rengî di meclisê re hatin derbaskirin û jinan li dijî vê qanûnê serî hildan. Qeyûmên ku hatin tayînkirin di serî de saziyên jinan dan girtin. Bi girtina saziyên jinan re jinên ku li qada civakî bûn hatin dûrxistin. Ji xwe me di kampanyaya xwe de banga rakirina OHAL'ê kir û me got ku em qeyûmê tayînî îradeya me hatine kirin naxwazin."
 
Denîz di axaftina xwe de kuşitina bi wesayitên zirxî jî bi bîr xist û ev tişt got: " Jin her bi şîdeta mêr re rûbirû dimînin û tenê bi vê jî nayê ser bi parnzeran jî jin tên qetilkirin."
 
Denîz herî dawî got ku kampanyaya îmzeyan a ku li dijî kuştina jinan dane destpêkirin wê pêşêşî meclisê bikin."