Rewşa tendirustiyê ya Dayika Aştiyê Mewlûde ber bi xirabûnê ve diçe

  • 09:06 8 Mijdar 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Mewlûde Başdaş a temenê wê 59 salî bi hinceta ku cezayê wê heye mehek berê hatibû girtin. Hat zanîn ku Dayika Aştiyê Mewlûde Başdaş ji ber nexweşiya xwe ya şekir qrîz derbas kiriye. Çavekî Mewlûdeyê tuneye yê din jî şemitiye û her ku diçe rewşa tenduristiyê ya Mewlûdeyê ber bi nebaşiyê ve diçe.
 
Mewlûde Başdaş a ku temenê wê 59 salî ye di 1'ê Cotmeha 2015'an de wekî mertala zindî beşdarî çalakiya ji bo girtina pêşiya operasyonên leşkerî, bûbû. Loma sala borî 4 sal û du meh ceza lê hatibû birîn. Cezayê ku lê hatibû birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû erêkirin loma a niha di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakranê de ye.  
 
Mewlûdeyê gerek tim bê tedawîkirin!
 
Ji bo Mewlûdeyê gurçikên xwe, dilê xwe û çavên xwe yê din winda neke gerek bi awayekî bi rêk û pêk bê tedawîkirin. Ji ber çavê Mewlûdeyê nehat tedawîkirin pirsgirêk di çavên wên ên din jî derketiye. Ji ber ku Mewlûdeyê nayê tedawîkirin talûkeya ku çavê xwe yê din jî winda bike heye. 
 
Îlacên wê nehatiye dayin!
 
Ji ber ku temenê Mewlûdeyê mezin e nikare pêdiviyên xwe hemûyan pêk bîne loma her tim ji ber nexweşiya xwe ya şekir qrîz derbas dike. Tevlî ku du caran li koguşê ketiye xwarê û nobet derbas kiriye dîsa jî nebirinin nexweşxaneyê. Dema ku Mewlûdeyê ketiye girtîgehê herdu hefteyên ewilî îlacên wê nehatiye dayin. Malbata Mewlûdeyê diyar kir ku gerek demildest dayika wan bên berdan û bê tedawîkirin.