ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 8 Mijdar 2017
  • Rojev

*Dayika Aştiyê Mewlûde Başdaş a temenê wê 59 salî bi hinceta ku cezayê wê heye mehek berê hatibû girtin. Hat zanîn ku Dayika Aştiyê Mewlûde Başdaş ji ber nexweşiya xwe ya şekir qrîz derbas kiriye. Çavekî Mewlûdeyê tuneye yê din jî şemitiye û her ku diçe rewşa tenduristiyê ya Mewlûdeyê ber bi nebaşiyê ve diçe.

*Ji bo mîtînga ku wê di 11'ê Mijdarê de di pêşengiya Meclisa Jinan a HDP û TJA'yê de li Qada Îstasyonê ya li Amedê bi dirûşma "Wê azadî bi ser keve"  bê lidarixistin ji aliyê Hevseroka Bajêr ya DBP'a Amedê Ruken Akça ve banga tevlibûnê hat kirin. Rûken got "Em ê bi hev re bi deng, hêz û lîlandina xwe reng bidin qadê."
 
*Jinên SKM'yî ku xwestin balê bikişînin ser kuştina jinan û tundiya li ser wan bi dirûşma "Em dixwazin li Kurdistanê azad bijîn" kampanya dan destpêkirin. Denîz Aktaş a ku derbarê, kampanyayê de agahî dan diyar kir ku bi OHAL'ê re jiyana jinan hatiye astengkirin û ew ê li dijî vê têbikoşin. BI DÎMEN
 
*Dêra Bartholomeus a ku xwedî dîrokeke kevnare bi tu awayî nayê parastin. Dêra ku şahîdî ji hemû şerên cîhanê re kiriye niha terikî qedera xwe hatiye kirin. BI DÎMEN
 
*Jinên ku di demsala zeyîtûnan de dixebitin û pêdiviyên xwe pêk tînin nerînên xwe anîn ziman û wiha gotin:" Axa Efrînê pîroz û dewlemend e, heta ku em hebin em ê axa xwe biparêzin û li ser axa xwe bixebitin." BI DÎMEN