‘Em ê Pergala Îmraliyê parçe bikin bi serok Apo re azad bijîn'

  • 16:55 7 Mijdar 2017
  • Rojane
TIL TEMIR - Bi hezaran gelê herêmê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
 
Îro li bajarê Til Temirê yê girêdayî Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek  hat li darxistin. Bi hezaran Kurd, Ereb, Aşûr ji bajarê Til Temirê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Çiyayê Kezwana , endamên saziyê Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Kesên beşdarî meşê bûn alên Kongra Star, TEV-DEM, Yekîtiya Ciwanên Rojava, YPJ/YPG'ê, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, panqartên ‘Bimre Hêzên Komploger’, ‘Em ê Pergala Îmraliyê parçe bikin bi Serok Apo re azad bijîn’ û ‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye’  hat hilgirtin.
 
Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta Kolana Filestîn dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyama berdewamiya çalakiyan hat dayin.
 
Meş bi dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’,’ Azadiya Rêber Apo Azadiya Jinê ye’ bi dawî bû.