Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan li Efrînê daxwiyanî hat dayin

  • 15:18 7 Mijdar 2017
  • Rojane
EFRîN - Bi armanca zelalkirina rewşa tendrustiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand. 
 
Ji bo zelalkirina rewşa tendrustiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand. Endamên Saziya Malbatên Şehîdan û endamên Saziyên Rêveberiya Xweser û bi sedan gel beşdarî daxwiyaniyê bûn. Daxuyanî li ber saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê ji hêla endama Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Şervîn Reşîd hat xwendin.
 
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
 
Ji bo raya gîştî: Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan li herêma Efrînê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em bang li hemû saziyên navnetewî û bi taybet rêxistina CPT dikin ku erka li ser milên xwe bi cih bînin. Bila zagonên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê.
 
‘Tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tenduristiya mirovahiyê ye’
 
Rewşa Rêber Apo a ewlekarî û tenduristiyê ev demek dirêje ku ne zelal in.  Êdî tehmula gel nemaye ku ji Rêberê xwe bê xeber bimînin.
 
Em wek Meclîsa Malbetên Şehîdan tu carî serî li hember siyaseta Tirkiyeyê ya qirêj natewînin. Heta ku em agahiyekê ji  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.