Weqfa Jina Azad her di xizmeta jin û zarokan de ye

  • 14:05 7 Mijdar 2017
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Weqfa Jina Azad a Rojava bexçeyê  zarokan ê bi navê 'ARÎ' vekir. 
 
Bi şoreşa rojava  gelek destkeftiyên hêja  çêbûn, yek ji van destkeftiyan, avakirina Weqfa Jina Azad e. Weqfa jina azad bi taybet  ji bo jin û zarokan xebatê xwe dimeşîne û heta niha li Rojava/Bakurê Sûriyeyê gelek derzîxane, bexçeyê zarokan, navendê tendrustiyê ava kirine. Îro li bajarê Girkêlegê ê herêma Cizîrê  Weqfa Jina Azad bexçeyekê zarokan ê bi navê 'Arî' vekir. Bi dehan jin û zarok tevlî vekirinê bûn. Di heman demê de endama Wekfa Jina Azad Eyîtan Ehmed axivî. Eyîtanê diyar kir ku xebata ji bo zarokan gelek girîng e û wiha got:"Ev baxçeyê zarokan hem ji bo perwerdeya zarokan hem jî ji bo pêşketina wan gelek girîng e. Xizmeta ji bo zarok û jinan ji bo me her pîroz e."
 
Bexçeyê Zarokan ji aliyê dayîka berxwedêr Cûdî Doxan hat vekirin û şêranî li gel hat belav kirin.