Ji bo daneşîna Çîçek Otlu banga tevlibûnê
- 13:49 7 Mijdar 2017
- Rojane
ANKARA - Ji bo daneşîna 1'emîn a doza Seroka ESP'ê ya Giştî Çîçek Otlu ku wê sibe bê dîtin Rêxistina ESP'ê ya Enqereyê banga tevlibûn û xwedîderketinê kir.
Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajarê Enqereyê, derbarê daneşîna doza Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu ku di 22'yê tebaxê de hatibû girtin ku wê li saet di 14.00'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê bê dîtin de civîna çapemeniyê kir.
Di civîna ku li Navenda Giştî ya ESP'ê hat kirin pankarta "Ji Seroka me ya Giştî Çîçek Otlu re azadî" hat daliqandin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Şoreşger, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Egitîm - Sen û rêvberên Malên Gel jî tevli daxuyaniya hat dayîn bûn. Daxuyanî ji aliyê Seroka ESP'ê ya Enqereyê Dîdar Gul ve hat xwendin. Dîdar diyar kir ku girtin dijhiqûqî ne û wiha got: "Girtina cenazeyê gerîlayekî ku li herêmê jiyana xwe ji dest daye ji bo seroka me sûc hatiye dîtin. Lê ji ber ku ew jî dizanin wê ji vê tu tiştek derneyê parvekirinên du salên dawîn ên li ser medya civakî jî wekî delîlên sûc hatine nîşandan."
Dîdar anî ziman ku ji ber Çîçek Otlu destê girtiyên din girtiye û silav daye wan bi cezayê hucereyê hatiye cezakirin û herî dawî banga tevlibûna daneşîna Çîçekê ku wê bê dîtîn kir.








