Yekemîn konferansa Heyva Sor a Kurd
- 15:32 5 Mijdar 2017
- Rojane
GIRKÊLEGÊ- Li Rimêlanê bi dirûşma " Bi rihê dilxwazî di xizmeta mirovahiyê de" Yekemin Konfiransa Heyva Sora Kurd ya herêma Cizîrê destpê kir.
Li bajarokê Rimêlanê yê Girêdayi Girkêlegê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê yekemîn Konferansa Heyva Sora Kurd bi dirûşma " Bi rihê dilxwezî di xizmeta mirovahiyê de" bi tevlbûna 200 delegeyi ji Kantona Cizîrê û mêvanên hazir, şêwirmenda rêveberiya xweser Mizgîn Ehmed û hevserokê Heyva Sor ya Herêma Cizîrê Egîd Îbrahîm bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo berxwederên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Li ser navê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgin Ehmed û Hevserokê Heyva Sor a Kurd yê herêma Cizîrê Egîd Îbrahim axivîn. Mizgin Ehmed bal kişand ser şoreşa rojavayê Kurdistanê û wiha got: "Di şoreşa Rojavayê kurdistanê de Heyva Sor bi şoreşê re xwe bi rêxistinkir û bi rihê şoreşê li ser bingehê herî rast yê demokratîk bê ferq û cûdahî di navbera mirovan de tevdigere. Heyva Sor bi durûşmeya "em ê tevahî gelan bi parêzin û ji bo wan şer bikin û numuneya wê jî heyva sor e" bi fedekarî derbasî nava birînên her kesî dibe û êşên wan derman dike."
Yekemîn konferansa heyva Sora Kurd berdewam e.








