Li Amedê serdegirtina malan
- 13:09 5 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Polîsan li Amedê bi ser malekê de girtin û ji heman malbatê rêvebera bajêr a DBP’ê Zozan Akboga, dayîka wê Şukran Akboga û birayê wê Welat Akboga binçav kirin.
Li navçeya Rezana Amedê polîsên hêza taybet êvarê bi hinceta “Îxbarê heye” bi ser malekê de girin û hemû alavên malê belav kirin. Hat zanîn ku polîsan çek xistiye serê kesên li malê û gef û heqaret li wan kirine. Polîsan piştî lêgerîna malê rêvebera DBP'a Amedê Zozan Akboga (27), birayê wê Welat Akboga (23) û dayîka wê Şukran Akboga (60) binçav kirin. Piştre dayîk Akboga hat berdan û her du kesên din birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.








