Li Awusturyayê berxwedana jinên kurd hat niqaşkirin

  • 12:42 5 Mijdar 2017
  • Rojane
 
NAVEDA NÛÇEYAN -Li bajarê Melboûrne yê Awustralyayê, li ser "Şoreşa Femînîst a li Bakurê Sûriyeyê" û bandora tevgera azadiya jinên kurd semînerek hat lidarxistin.
 
Li Awusturyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-KURD) û saziya bi navê Awûtralyayiyên ji bo Kurdistanê ve li bajarê Melboûrne, li ser "Şoreşa Femînîst a li Bakurê Sûriyeyê" û bandora tevgera azadiya jinên kurd semînerek hat lidarxistin. hat organîzekirin.
 
Semînera li ser têkoşîna azadiya jinê ya li gelemperiya cîhanê û bandora tevgera azadiya jinên kurd, li kampusa Zanîngeha Vîctorîayê pêk hat. Rojnamevana Hollandî Frederîke Geerdînk weke qiseker beşdarî semînerê bû. Semîner bi axaftina nûnerê gelê Aborjîn, ku xwediyê rastî yê axa Awûstralyayê ye, dest pê kir. Geerdînk jî di axaftina xwe de li ser rêxistinbûna jinên kurd li Bakurê Sûriyeyê û bakurê Kurdistanê hin mînak dan.
 
Di beşa duyemîn a semînerê de endama komîteya amadekar a ji nû ve avakirina Kobanê Hawzîn Azez bi rêya skype beşdarî semînerê bû û qala jiyana li herêmên rizgarikrî û bandora wê ya li ser jinan kir.
 
Di beşa dawî ya semînerê de ji NAV-KURD'ê Başak Gel, ji Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' Havîn Guneşer û Karen Fletcher qala têkoşîna azadiya jinê ya li gelemperiya cîhanê û bandora tevgera azadiyê ya li  jinên kurd kirin.
 
Semîner bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.