Greva hat destpêkirin ji aliyê rêveberiya HPD'ê ya Tuşbayê ve dewr hat girtin

  • 12:04 5 Mijdar 2017
  • Rojane
WAN-Li hemberî girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan bertek û nerazîbûn berdewam dikin. Li Wanê greva dorveger a ku ji aliyê HDP'ê ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. 
 
Ji bo ku balê bikşînin ser girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan li Wanê bi pêşengiya HDP li navenda DBP'ê greva birçîbûnê ya dorveger di roja duyemîn de berdewam dike. 
 
Greva dorveger a  ku duh ji aliyê  navçeya Riya Armûşê ve hatiye destpêkirin, îro  rêxistina HDP'a navçeya Tuşbayê bi daxuyaniyekê dewr girt. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP yê navçeya Riya Armûşê Saîm Îpekten  ve hat dayîn. Saîm diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan bişkînin wan dest bi greva dorveger kiriye û got ku heya ew agahiyekê jê bistînin ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.