'Heta Serok Apo azad nebe wê qêrîn û serhildan bidome'
- 10:13 5 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN-Di bin durûşmeya "heya rewşa serokatî zelal nebe, em ê bi qîrîn û serî hildin." de Komîteya Aboriyê ya herêma Efrînê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Aborî ya Navenda Geşkirina Aborî Necah Qirmo ve hat xwandin.
Di daxuyaniya ku li kêleka Navenda Desteya Çandiniyê de hat dayîn, endamên Geşkirina Aboriyê, endamên Desteya Çandiniyê, Desteya Aborî û Komîteya Aboriyê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: " Ji ber ku fikir û felsefeya rêber Apo dikare împiratoriya sermaydaran bihejîne û fikira neteweya demokratîk weke sîstemeke alnternatîf di Rojhilata Navîn de di nav gelan de bida pejirandin, êdî Erodgan nema zane ku çi dikie."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tehemûla gelê kur a li dijî tecrîdê û wiha hat gotin:"Li dijî terîda tê meşandin ê dî tehemûla gelê krud nemaye. ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin de êdî tehemula gelê kurd nemaye. Serok Apo ne tenê serokê kurdan e, serokê hemû gelên ereb,asur, suryan, çerkez, errmen û tirkmenan e. Herwiha serokê me hemûyan e."
Di dawiya daxyuaniyê de bang li hemû saziyên navneteweyî yên mafên mirovan hat kirin ku di demeke zûtirîn de li ser rewşa tendurûstiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rawestîn û daxuyanî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû








