‘Em ê jin ji tecrîdê re bibêjin bes e’
- 09:14 5 Mijdar 2017
- Rojane
WAN-Jinên li Wanê diyar kirin ku divê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re demildest bên destpêkirin û got: “Em jin divê ji tecrîdê re bêjin bes e. Tiştek bi rêberê me bê wê kî hesab bide.”
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li her derê berdewam dikin. Jinên li Wanê jî bertek nîşanê tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku Ocalan nokteya esas ya Gelê Kurde.
Behîce Abî daxuyakirin ku ew tecrîdê bi ti awayî qebûl nakin û wiha got: “Ev du sale em ji Rêberê xwe agahiyê nagirin. Yekane navnîşana aştiyê Îmraliye. Yê aştiyê bîne Rêberê me ye. Lê em agahiyê jê nagirin. Heta rêberê me azad nebe gelê Kurd azad nabe. Divê demildest hevdîtinên bi Rêberê me re bê destpêkirin.”
‘Divê em hemû destê xwe bikin bin kevir’
Nazîme Gur jî destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne tenê ye û hemû gelê Kurd li her derê cîhanê li ser piyane û wiha berdewam kir: “Dewletê rêberê me xistye bin tecrîdê û dixwaze me jî bike bin tecrîdê. Ji bo aştî û çareseriyê divê em hemû ji bo Rêberê xwe destê xwe bikin bin kevir.”
‘Em ji tecrîdê re bêjin bes e’
Fatma Balkanê jî diyar kir ku divê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bên destpêkirin û şert û mercên azadiya wî pêk bên û got: “Azadiya Rêbertiya me azadiya jinane. Divê em jin ji tecrîdê re bêjin bese. Tiştek bi Rêberê me bê wê kî hesabê vê bide. Em tecrîdê qebûl nakin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”
Arya Karakayayê jî bertek nîşanê tecrîdê da û got ew vê qebûl nakin û divê demildest hevdîtin bên destpêkirin.
‘Bila CTP cidiyeta rewşê fêm bike’
Xurşe Turgutê jî da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 18 sale di Îmraliyê de bi awayekî dij hiqûqî tê girtin û got divê CTP cidiyeta rewşê demildest fêm bike.








