ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 5 Mijdar 2017
  • Rojev

*Ev demeke dirêj e ku  gelê bajarê Serêkaniyê ji ber ku firinên nan kêm bûn gelek zehmetî  dikişandin. Lê jinan ji bo civaka xwe gaveke nû avêtin û amadekariya vekirina firina nên ber bi dawiyê ve diçe.

*Nesîme Karatek ya ku di kafeyê de xebitî û bi vî pereyî fîlmê bi navê ‘Başka’ kişand gelek xelat girt û  bi kameraya xwe ya berê wê daye bajar, xweza û ji bo jiyaneke ekolojîk ji pirsa ‘jiyanek din pêkane’ re li bersivê digere.
 
*Miyase Balta piştî têkoşîneke demdirêj şûnde navendeke tenduristiyê vekir û bêyî pere testa tenduristiyê dike û  bi vê armanc dike ku gel di alî xwedîbûna bi tendurist de bike xwedî hişmendî. Miyaseyê bang li hemû jinan kir ku ew dixwaze jin bi wê re bixebitin.
 
*Jinên li Wanê diyar kirin ku divê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re demildest bên destpêkirin û got: “Em jin divê ji tecrîdê re bêjin bes e. Tiştek bi rêberê me bê wê kî hesab bide.”
 
*Jinên ku ji Stenbolê hewl didin bibin dengê talankirina dîroka li Sûrê, carna bi pirsa ‘ Sûr li ku derê ye? û gotinên wekê ‘dewlet li wan deran avahiyên nû çêdike ma hun hîna çi dixwazin’ tên rû hev. Jinan da zanîn ku li Stenbolê jî hilweşînên bi vî rengî tên kirin lê ya li wir gelek xereb e.
 
*Zeynep Avci ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, di nameya ku şand de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne nivîsî. Zeynebê da zanîn ku rengên cur bi cur hatine qedexekirin û pêngav bi pêngav derbasî pêkanîna cilên yek ren tê kirin û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê gotina ‘slav, merhaba û hembêzkirin’ qedexe kiriye û ji ber vê cezayê hucreyê dane seroka giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu û girtiyên din.”
 
*Rêveberên HDP’a Îpekyolê ya Wanê, der barê qanûna miftitiyê ya ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hatiye erêkirin de wiha gotin: “Em qanûna ku Erdogan erê kiriye qebûl nakin.”