Gelê Rojava ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya
- 17:04 4 Mijdar 2017
- Rojane
TIRBESPIYÊ - Meclisa bajarê Qamişlo meşek ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan di bin diruşmeya "sonda me emê pergala Îmralî parçe bikin û bi Rêber APO re azad bijîn" li darxist.
Meşek girseyî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan di bin diruşmeya "sonda me emê pergala Îmralî parçe bikin û bi Rêber APO re azad bijîn" hate li darxistin, bi hezaran gelê bajarê Qamişlo, meclisa bajarê Tirbespiyê û meclisa bajarê Amudê beşdarî meşê bûn. Meş ji despêka bajarê Tirbespiyê ve despê kir bi lîlandinên dayikan û rahiştina zarokan ji alê serokatî re siloganên "bê serok jiyan nabe", "bijî serok APO", "bican bi xwîn em bi terene Ocalan" berz kirin. Di despêkê de deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdan rawestiyan. Diyar kirin ku ev ê çalakiyên xwe ber dewam bikin heta ku serokê me ji zindana Îmralî azad bibe.
Meş li ber banzînxaneya Rojava ya bajarê Tirbespiyê bi dawî bû.








