Çalakiya xizmên windayan di hefteya 456’an de ye
- 14:55 4 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Çalakiya xizmên windayan bi dirûşma, ‘Bila yên windayî bê dîtin, faîl bên darizandin’ di hefteya xwe ya 456’an de ye. Di çalakiyê de faîlê Vejdîn Avcil ê ku 12’ê Hezîrana 1994’an de li navçeya Dêrikê ya girêdayî Mêrdînê hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin, hat pirsîn.
Çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan her hefte tê li darxistin ket hefteya 456’an. Çalakî li Eywana Konferansê ya ÎHD’ê ya Şaxa Amedê hat li darxistin. Li eywana konferansê wêneyên windayan û ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ hatibûn aliqandin. Di çalakiyê de Serokê ÎHD’ê yê Şaxa Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku dewlet di polîtiqayên xwe yên red û înkarê de israr dike û ji bo ku edaleta rast pêk were got ku em têkoşîneke mezin didin.








