OGI'yê rapora binpêkirina mafan a derbarê çapemeniyê diyar kir

  • 13:02 4 Mijdar 2017
  • Rojane
AMED- OGI'yê rapora binpêkirina mafan a meha Cotmehê ya sala 2017'an a derbarê rojnamevanan diyar kir û bal kişand ser qetilkirina 4 rojnamevanan û 3 rojnamegerên ku hatin derbkirin. 
 
 Însiyatîfa Rojnemevanên Azad rapora derbarê îhlalkirina mafên rojnamegeran li ber avahiya İHD'ê ya Şaxê Amedê bi raya giştî re parve kir. Gelek rojnameger beşdarî daxwiyaniyê bûn. Rapora ku bi Kurmancî hatibû amadekirin ji aliyê berdevkê OGI'yê Hakki Botan hat xwendin a bi Tirkî hatibû amadekirin jî ji aliyê endama OGI'yê Zuhal Atlan hat xwendin. Zuhalê diyar kir ku têkildarî roja 2'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Bi Sûcên Li Dijî Rojnamegeran ev daxwiyaniya bi raya giştî re parve kirine.  
 
Ropara Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad bi sernavan wisan e: 
 
171 rojnameger girtîne
 
14   rojnameger girtin binçavan 
 
31 rojnameger derbarê wan de doz hat vekirin
 
66 rojnameger darizandin. 
 
11 rojnameger texliye kirin. 
 
5 rojnameger kirin girtîgehê 
 
11 rojnameger ceza kirin. Ji bo van li 11 rojnamegeran bi giştî 10 sal 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê hat birîn. 2 rojnamegeran jî cezayên dadgehê yê li wan hat birîn vegerandin cezayê pere yê 9 hezar TL yan. 
 
3 rojnameger derb kirin. 
 
Rojnamegerek ji kar derxistin. 
 
3 pirtûk hat qedexekirin. 
 
Sîteya Wep ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê cara 44'an hat birîn 
 
4 rojnameger di cîhanê de hatin kuştin. 
 
Di Roja 14'yê Cotmeha 2017'an de Nûçegihana ANHA'yê Dilîşan Îbiş dema Hemleya Bagera Cizîrê dişopand êrişa DAIŞ'ê pêk hat û jiyana xwe ji dest da. Di êrişê de hevalên xwe rojnameger Rizgar Deniz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn. Hogir Mihemed jî piştî du rajon jiyana xwe ji dest da. 
 
Di roja 16'ê Cotmeha 2017'an de li Maltayê Rojnameger Daphne Caruana Galizia dema li ereba xwe siwar bû teqîn pêk hat û hat kuştin. 
 
Di roja 30'ê Cotmeha 2017'an de kameremanê Televîzyona Kurdistan Ekrem Şerîf li navçeya Dakuk a Kerkûkê di mala xwe de serê wî jê kirin. Medya KDP'ê îdia kir ku Heşdî Şebî ew kuştiye. 
 
Em ji bo van rojnamegerên ku hatin qetilkirin hestên xwe yên hevkariyê diyar dikin û ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazin. 
 
Di encamê de carek din Înisiyatîfa Rojnamegerê Azad aşkera dike ku berdêl çi be jî ji çapameniya azad tavîz naye dayîn. Em Rojnameger in û Rojnamegerî ne sûc e. Dirûşma me ev e ku; Werin em rojnamegeran ji zindana derxin û Tirkiyeyê azad bikin.
 
Daxwiyanî bi dirûşma 'Çapemeniya azad nayê bêdengkirin' bi dawî bû.