Bi hatina zivistanê re rewşa koçberan xirab dibe!

  • 10:36 4 Mijdar 2017
  • Rojane
Dilvîn Mûsa
 
KOBANÊ - Bi hatina Demsala Zivistanê ku şert û mercên jiyanê zehmet dibin û koçber jî di çadiran de dijîn rewşeke dijwar dest pê dike.
 
Koçberên Kampa Eynîsa ku ji ber DAÎŞ'ê reviyabûn û berê xwe dabûn cihên bi ewle, heta niha  jî di çadiran de dijîn. Piştî ku li Bakurê Sûriyeyê DAÎŞ  ber bi dawîbûnê ve diçe, dîsa jî rewşa wan koçberan hîn jî  ne baş û tengezar e. Li ser rewşa koçberan jinên Kobanê axivîn û banga xwedîderketina li Koçberan kirin.
 
 'Ji bo koçberan bila herkes bibe alîkar'
 
Jina ciwan a bi navê Dîndar Ebdî axivî û banga alîkariya koçberan kir û wiha got: "Em bang li hemû gelan dikin ku alîkariyê  bidin jin û zarokên ku di kampa Eynîsa de jiyan dikin bi taybetî jî bi hatina zivistanê re şert û mercên wan gelek zehmet dibin. Zarokên biçûk ku nifşên me yên pêşerojê ne di rewşeke nebaş de ne. Em tu caran qebûl nakin ku zarokên me di vî halî de bin."
 
 Ji bo rêxistinên mafê mirovan bangewaziya bi wat e!
 
Her wiha jina bi navê Necah Xelîl jî nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Em weke jinên kurd dixwazin alîkariyê bidin koçberên Eynîsa. Ji ber ku di vê demê de bi taybet xwarin, cil, derman û kon tunene. Ji bo vê yekê jî pêwîst e ku hemû rêxistinên mirovahî xwedî li koçberan derkevin û bi wan re bibin alîkar."
 
Bi hatina zivistanê  herî zêde zarok êşê dikişînin!
 
Di dawiyê de dayika  Fatma Mihemed Boza destnîşan kir ku şert û mercên zivistanê ji bo koçberan pir zehmet in û wiha got: "Di Kampa Eynîsa de  koçber  zor û zehmetiyên mezin  dikişînin. Di rewşeke bi vî rengî de û bi taybetî jî bi hatina zivistanê  yên ku herî  zêde êşê dikşînin zarokin! Zarok di rewşeke pir  xirab de dijîn. Ji bo vê yekê jî em dixwazin ku her kes xwedî li zarokan derkeve û bi erka xwe ya mirovahiyê rabin."