Ebru Gunay: Ne aşkerakirina rapora Îmraliyê polîtîk e

  • 09:59 4 Mijdar 2017
  • Rojane
Bêrîtan Canozer
 
STENBOL - Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunayê pêvajoya Îmraliyê nirxand û got: “Ji bo CTP rapora Îmraliyê aşkera bike divê Tirkiye di aliyê teknîkî de desturê bide. Ya girîng aliyê polîtîk e.  Divê neyê jibîrkirin ku yek ji aktorên girîng a komploya navneteweyî delwetên YE’yê ye.”
 
Parêzer Ebru Gunay pêvajoya Îmraliyê û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.
 
Ebruyê diyar kir ku Îmralî bi giştî li ser pergala tecrîdê hatiye avakirin û wiha got: “Tecrîd di 15’ê Sibata 1999’an de dest pê kiriye. Ji wê rojê heta niha tecrîd her tim heye. Lê êdî ev tecrîd veguheriye pergalekê. Bê guman hevdîtinên bi sînor tecrîdê naşikîne. Agahiyên ji girtîgehê tên girtin bi sînor in.”
 
‘Tecrîd li hemû welat belav dibe’
 
Ebruyê di berdewamiyê de wiha got: “Pergala tecrîdê ya 18 salan roj bi roj giran dibe. Çend salên dawî de jî gihiştiye astên cuda. Li cîhanê pêkanînek wisa tuneye. Parêzer hatine qedexekirin. 7 sal in girtîgeh ji parêzeran re girtiye. Lê mixabin tecrîd tenê bandorê li Îmraliyê nake. Li hemû welat belav dibe. Her wiha tecrîd şer û şer jî tecrîdê giran dike. Berê li girtîgeha Îmraliyê yekem car di hevdîtina parêzeran de pêkanînên wekê sînorkirina alavên qeydê, roj û saetê hat pêk anîn. Niha li hemû girtîgehan pêk tê.”
 
‘Tecrîda yek kesî, veguherî tecrîda komî’
 
Ebruyê da xuyakirin ku di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de standartek beramberê tecrîdê ne mijar a gotinê ye û divê her bûyer di xweserbûna xwe de cuda bê nirxandin. Di xweserbûna Abdullah Ocalan û Îmraliyê de di 18’ê Adara 2014’an de biryareke DMME’ê heye. Li gorî vê biryarê ji bo Birêz Ocalan pêvajoya heta 2009’an tecrîd tê nasîn. Yanî hûn dizanin Ocalan heta 2009’an li Îmraliyê tenê bû. Piştre di mijara 2009’an de 5 girtiyên nû birin. Yanî tecrîda yek kesî veguherî tecrîda komî.
 
‘Aktorên komployê welatên YE’yê’
 
Ebruyê di dawiya axaftina xwe de  wiha pê de çû: “Li Îmraliyê îzolasyona komî didome. Ev mijar li DMME’ê mijara dosyayê ye lê hîna di vê mijarê de biryar nehatiye dayîn. CPT’ê di 28-29’ê Nîsana 2016’an de Îmrali ziyaret kir. Li gorî peyaman CPT’ê di serdana welatekî de ji bo raporê aşkera bike divê welatê ziyaret kiriye destûrê bide. Ji ber vê yekê divê Tirkiyeyê ji bo aşkerakirina raporê destûr bida. Aliyên vê yên teknîkî hene. Wek tê zanîn yek ji aktorên komploya navneteweyî welatên YE’yê ne. Wê demê welatên Ewropa pergalên hiqûqê hemû binpêkirin û Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin.” 
 
Her wiha Ebruyê da xuyakirin ku divê demildest tecrîd bê bi dawîkirin û şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin.