‘Min ji bo hevalên xwe yên rastî neheqiyê hatin negot merheba’

  • 09:41 4 Mijdar 2017
  • Rojane
ESKÎŞEHÎR - Parêzer Pinar Çelîk Arpaci ku di merasîma ruhsata ji bo parêzerên stajyer hatiye amadekirin de ji ber destê serokê baroya Eskîşehîrê Riza Oztekîn negirt û slav neda, rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk hat. Pinarê  got: “Min ew dest li ser navê hemû hevalên xwe yên rastî neheqiyê hatine, negirt.”
 
Parêzer Pinar Çelîk Arpaci di merasîma ruhsata ji bo parêzerên stajyer hatiye amadekirin de, destê serokê baroya Eskîşehîrê  Riza Oztekîn negirt û slav neda, rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk hat. Pinar ku piştre xwest biçe kursiyê û axaftinê bike, ji aliyê Riza ve hat astengkirin û rastî heqeretê hat. Pinarê derbarê mijarê de agahî da û diyar kir ku wek bertek li dijî rêveberiya baroya ku destur nedane daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo binçavkirina parêzvanên mafê mirovan a li Gravamezin ji Riza re negotiye merhaba. Pinarê got dê der barê Riza de doza tezmînatê ya sê kuruşê vebike.
 
Pinarê bi lêv kir ku ji ber ji Riza Oztekîn re negotiye merhaba, destûr ji bo axaftina wê nehatiye dayin û şîdeta fîzîkî lê hatiye kirin û got: “Bi dengekî bilind qêriya û destûr neda ku ez tiştekî bêjim. Di wê navberê de şîdeta psîkolojîk jî li min kir.”
 
Pinarê wiha berdewam kir: “Ya xeter jî zîhniyeta ‘ji te re kursî tuneye, tu nikarî biaxivî, ez desturê nadim’ bû. Serokê baroyê wekê ku xwediyê rayeyên bêsînor in tev geriya. Baro wiha tê birêvebirin. Ji bilî xwe mafê axaftinê nade kesî. Dema şîdet pêk hat jî rêveberiya baroyê jî li pişt runiştibûn. Bertek nîşanî Riza nedan.”