‘Bila girtiyên nexweş terkî mirinê neyê kirin’

  • 09:05 4 Mijdar 2017
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Li girtîgehan hejmara girtiyên nexweş roj bi roj zêde dibin. Jinên Mêrdînê diyar kirin ku divê nexweş demildest bên tahliyekirin û dermankirin û wiha gotin: “Ji wendahiya canên ku pêk bên dewlet berpirs e.”
 
Girtîgehên bi îşkence, grevên birçîbûnê û girtiyên nexweş tên rojevê, tevlî hemû zextan berxwedana girtiyan jî didome. Li gorî raporên li ser girtîgehên hatine amadekirin; 282 heb jê giran bi giştî 721 girtî nexweş in û girtiyên ku dermankirina wan nayê kirin jî hene. Tevlî nexweşiyên wan pêş ketine jî biryara tahliyeya wan nayê dayîn û nayên dermankirin.
 
Jinên Mêrdînê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û dan zanîn ku divê demildest girtî bên dermankirin.
 
‘Bila girtî li hundir terkî mirinê neyên kirin’
 
Lamîa Ayazê da zanîn ku li girtîgehan pêkanînên dij mirovane tên jiyîn û wiha pê de çû: “Bi vê re mirovan terkî mirinê dikin. Di bin sedema mirinan. Bi dehan kesên em nas dikin di girtîgehan de ne. Nîvê girtiyan pirsgirêka tenduristiyê dijîn. Kurdan an dikujin an jî dikin girtîgehan. Li her derê mirinê li me rewa dibînin.”
 
‘Em bibin dengê zindanan’
 
Sidika Oncesozê jî bi lêv kir ku bi van polîtîkayan hewl didin Kurdan bitirsînin û wiha pê de çû: “Kurdan jî ev polîtîka têk birine. Berxwedana li girtîgehan jî ji me re bûye hêvî. Gelê Kurd û malbatên girtiyan dê tu caran serî netewînin. Divê hîna tiştekî nebaş neqewimiye girtî bên dermankirin. Divê em bibin dengê girtiyan.”