ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2017'AN
- 09:00 4 Mijdar 2017
- Rojev
*Piştî referandûmê hikûmetê dest bi operasyonên siyasî kir û bi hezaran rêvebir, xebatkar û parlementer hatine girtin. Li Mûşê li gel parlementera HDP Burcu Çelîk Ozkan bi dehan xebatkarên HDP, DBP û TJA’yê bi minesebeta xebatên jinan didin meşandin hatine girtin. BI WÊNE
*Hilweşandina etapa yekema ku li taxa Alîpaşayê bi dawî bû gelê heremê meğdur kir û kesên ku hilweşîn pêk anîn qad ji bo xwe veguherandine cihê rantê. Di nav van malên ku hatin hilweşandin de mala Cemîle Tekîn(68) jî heye. Cemîle derheqê pêvajoya dawiyê de tiştê ku jiyaye wiha vegot:“Xwezî mirin hebûya , bêxwedî û bêkesî tunebûya.” BI WÊNE
*Dêra Taş Horon (Surp Yerrotutyun) ya li taxa ku Hrant Dînk lê hat cîhanê û zarokatiya wî derbas bûye, di sala 2012’an de piştî xebata wê ya restorasyonê nîvco ma şûnde terkî hilweşînê hat kirin. Beyaz Adiyamanê diyar kir ku avahiyên din ên Ermeniyan ên li bajar hatine texrîbkirin û bi armancên cuda tên bikaranîn û got: “Dîroka Ermeniyan tune dikin û hewl didin hiş paqij bikin. Em vê yekê teqez qebûl nakin.”
*Hatîce Bor a bi KHK’ê ji pîşeya xwe hat îxrackirin, yekane salona sînemayê ya Dêrsîmê dişuxulîne. Armanca herî mezin a Hatîceyê ev e ku li bajarê di encama zextên dewletê de veguheriye girtîgehê, faliyetên çand û hunerê xurt bike. BI DÎMEN
*Dr. Ece Ceyda Gudemek ku li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê dixebitî dawî li jiyana xwe anîbû. Nuran Gudemekê der barê mirina biraziya xwe de axivî û got: “Kujerên Eceyê pergala heyî ye. Di telefonê de ji min re got ‘Ez nikarim serê xwe rakim, êdî nikarim berxwe bidim.”
*Parêzer Pinar Çelîk Arpaci ku di merasîma ruhsata ji bo parêzerên stajyer hatiye amadekirin de ji ber destê serokê baroya Eskîşehîrê Riza Oztekîn negirt û slav neda, rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk hat. Pinarê got: “Min ew dest li ser navê hemû hevalên xwe yên rastî neheqiyê hatine, negirt.”
*Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunayê pêvajoya Îmraliyê nirxand û got: “Ji bo CTP rapora Îmraliyê aşkera bike divê Tirkiye di aliyê teknîkî de desturê bide. Ya girîng aliyê polîtîk e. Divê neyê jibîrkirin ku yek ji aktorên girîng a komploya navneteweyî delwetên YE’yê ye.”
Parêzer Ebru Gunay pêvajoya Îmraliyê û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.
*Li girtîgehan hejmara girtiyên nexweş roj bi roj zêde dibin. Jinên Mêrdînê diyar kirin ku divê nexweş demildest bên tahliyekirin û dermankirin û wiha gotin: “Ji wendahiya canên ku pêk bên dewlet berpirs e.” BI DÎMEN








