Zehra Dogan ji Swêdê xelata azadiya ramanê girt

  • 16:26 3 Mijdar 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhan û wênesaz Zehra Dogan a ku di girtîgehê de ye, ji aliyê avahiya Freethinkerd (Yên ku azad difikirin) xelata azadiya ramanê girt.
 
Nûçegîhan û wênesaz Zehra Dogan a ku di Girtîgeha Tîpa T’yê ya Amedê de ye, ji aliyê avahiya li Swêdê ya Freethinkers (Yên ku azad difikirin) xelata azadiya ramanê girt. Xelata Zehra dê di şahiya ku dê li bajarê Zurihê yê Swêdê bê li darxistin bê dayin. Dê xelata Zehrayê hevala wê Naz Oke bigire.
 
Xelat îsal cara duyem tê dayin
 
Freerhinkers di sala 1908’an de li Swêdê hat avakirin û li ser mijarên wekî azadiya ramanê û sekulertiyê dixebite. Xelata ku Freerhinkers’ê cara yekem di sala 2015’an de dabû dê îsal cara duyem bide.
 
Di şahiya xelatê ya îsal de dê pêşangeha wêneyên Zehra bê li dar xistin.