Di çalakiya ji bo piştgiriya Nûriye û Semîh de 4 kes hatin binçavkirin

  • 15:14 3 Mijdar 2017
  • Rojane
ENQERE - Polîsan êrîşî çalakiya ‘Em karê xwe paşve dixwazin’ kirin. Di çalakiya ku 360 roj in didomin de polîsan 4 kes kirin bin çavan.
 
Çalakiya grêvê ya birçîbûnê ya perwerdekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ji kar hatibûn avêtin, di roja xwe ya 240’an de berdewam dike. Çalakiya ‘Em karê xwe paşve dixwazin’ ya ku ji aliyê piştevanên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hatibû destpêkirin jî di roja 360’an deye.  
 
Koma ku ji bo piştgriya Nûriye û Semîh xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê daxwiyaniyê bidin ji aliyê polîsan hatin astengkirin, koma ji bo piştgiriya Nûriye û Semîh li kuçeya Konûrê hatin ba hev. Koma ku panqarta ‘ Grêva birçîbûnê ya Semîh û Nûriya di roja 240’an de ye ’ vekirin û  dirûşmeyên xwe berz kirin bi êrîşa polîsan rû bi rû man. Polîsan panqart qetand û 4 kes jî binçav kirin.
 
Di encama êrîşê de kesên bi navê Îlker Işık, Sultan Aydogdû, Mehmet Dersulu û Gulnaz Bozkûrt hatin binçavkirin.