TJA û HDP'ê ji bo mîtînga li Amedê banga tevlibûnê kirin
- 15:13 3 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - TJA û HDP'ê ji bo mîtînga ku wê bi dirûşa "Wê azadî bi ser keve" di 11'ê Mijdarê de li Amedê li dar bixin banga tevlibûnê kirin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca got, "Wê jin bi reng û bi lîlandina xwe azadiyê biqîrin."
Meclisa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo mîtînga ku wê di 11'ê Mijdarê de bi dirûşma "Wê azadî bi ser keve" li Avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn bi tevlibûna parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, aktîvîstên TJA'yê û bi tevlibûna jinên HDP'yî hat lidarxisitin. Feleknas Uca diyar kir ku jin 11'ê Mijdarê wekî roja azadiya jinan bi nav dikin û wiha berdewam kir: "Li hemberî tacîza li dijî jinê, şîdet, ji bo ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin û ji bo ku dengê jinê azad bilind bibe divê ku em li 11'ê Mijdarê xwedî derkevin."
'Em hemû jinan vedixwînin mîtîngê'
Feleknas diyar kir ku jinên kurd di rojên dîrokî re derbas dibin û ev tişt got: "Qeyûmên ku tayînî şaredariyên me hatin kirin, dijminantiya jinan kirin. Pergala hevserokatiyê hedef hat girin, heserokên me yên jin hatin girtin û saziyên jinan hatin girtin. Komkujî, komplo û tecrît bi dawî nebû."
Feleknas di axafitna xwe de anî ziman ku mifteya aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye û wiha dawî li axafitna xwe anî: " Wê jin carekedin bi reng û lîandina xwe li qada Îstasyonê azadiyê biqîrin."








