Çalakiya ji bo tecrîdê ya dayikên aştiyê ket roja duyem
- 12:32 3 Mijdar 2017
- Rojane
MÊRDÎN/RIHA - Çalakiya grêva birçîbûnê ya dayikên aştiyê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bikin di roja duyem de berdewam dike.
Çalakiya grêv a dayikên aştiyê ya 3 rojan a ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bikin di roja duyem de berdewam dike. Grêva ku do li ber avahiya Artûqlûyê ya Navçeyê dest pê kiribû bi tevlîbûna 15 heb dayikên aştiyê yên Mêrdîn û Rihayê berdewam dike. Dayikên Aştiyê bi daxwaza vekirina deriyên Îmraliyê qurdeleyên spî li serê xwe girê dan. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ketine grêva birçîbûnê û heta ku tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe yên cur be cur berdewam bikin.
Turkan Dukçu li ser navê dayikan axivî û bal kişand ser zextên ku li ser girtiyan tên meşandin û wiha got:” Heta ku tecrîda li ser girtiyan û li ser Birêz Abdullah Ocalan ranebe em nasekinin. Bila ew bizanibin ku ew ne tenê ne. Em ê heta dawiyê li pişta wan bin. Bila hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re bê kirin. Ku agahî jê nê girtin em ê bi çalakiyên cuda berdewam bikin. ”
Dayikan herî dawî bang li hukumetê kirin ku tecrîd bi dawî bibe.
Çalakiya grêvê ya dayikan bi serdanan berdewam dike.








