Hat îdiakirin ku kesê jiyana xwe ji dest daye Murat Çelîk e
- 12:30 3 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Hat îdiakirin ku di pevçûna serê sibehê li Peyasa Amedê pêk hat de kesê jiyana xwe ji dest daye Murat Çelîk ê YPS'yî ku bavê 3 zarokan e. Piştî bûyerê hat diyarkirin ku dayika Murat jî ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
Serê vê sibehê li Peyasa Amedê ji aliyê polîsan ve bi ser malekê de hatibû girtin û di encma serdegirtinê de di pevçûna ku derket de polîsekî û xwediyê malê Murat Çelîk ê ku hat îdakirin YPS'yî ye jiyana xwe ji dest dabûn. Herwiha li gorî agahiyên ku hatin bidestxisitn 10 polîs jî hatine birîdarkirin. Şahidekî bûyerê yê ku nexwest navê xwe bide derbarê bûyerê de wiha got: " Di serî de bi ser malê de hat girtin. Di encama serdegirtinê de pevçûn derket û plîsan bi darê zoarê derî vekir. Li hemû aliyan polîs hatin bicihkirin. Kesê di malê de derket şaneşînê. Kesê derket şaneşînê birîdar bû, ji laşê wî xwîn diherikî û destê xwe bilind kir. Piştî ku destê xwe bilind kir polîsek jî derket şaneşînê me got dibe ku wî bigire. Lê polîsê ku derket şaneşînê kesê destê xwe bilind kiribû gulebaran kir."
Hat aşkerakirin ku Dayika Murta Çelîk jî piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Hat diyarkrin ku mala bi ser de hat girtin Mala Murat Çelîk bûye ku bi hevjîna xwe û 3 zarokên xwe re lê dimaye bûye.








