Zanîngehên Rojava bi şahiyeke mezin dest bi perwerdeya nû kir

  • 10:30 3 Mijdar 2017
  • Rojane

QAMIŞLO - Zanîngeha Rojava bi şahiyeke mezin dest bi sala perwerdeya xwe ya nû kir.

 
Di vekirina sala nû ya perwerdeya Zanîngeha Rojava de derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daxwiyaniya nivîskî hat dayin.
 
Şahiya vekirina Zanîngeha Rojava bi deqeyeke rêzgirtin hat destpêkirin. Piştre li ser wateya vekirina sala nû ya Zanîngeha Rojava rêveberiya xweser Arşem Mizgîn axaftina vekirinê kir. Mizgînê wiha dest bi axaftina xwe kir : "Welatek bi asta zanebûna xwe û bi felsefeya xwe ya jiyanê dikare bi ser bikeve. Ji bo welatê me jî di asta zanebûnê û bi felsefeya xwe bi ser keve gerek di warê perwerdeyê de pêşketinên girîng bê kirin. Zanîngeha Rojava jî dê di warê perwedeyê de bingehek baş be.”
 
Perwedeya baş dê pêşeroja me ronî bike
 
Her wiha hevseroka çandiniyê ya Zanîngeha Rojava Cîlan Hisên jî derbarê serdema perwerdeya nû de axivî û wiha got: "Di destpêkê de ez bixêrhatina hemû mêvanan dixwazim. Em derbasî saleke nû ya perwerdeya  Zanîngeha Rojava ya nû dibin. Di salên perwedeyê de me gelek dijwarî jî kişandin lê di heman deme de jî asta şagirtan a baş moral da me. Di destpêkê de me ji aliyê beşê çandiniyê ve pir zehmetî kişand. Ji ber ku mamoste tunebûn, komisyon kêm bûn û teknîka me jî kêm bû. Li gorî van pirsgirêkan jî, me dîsa li berxwe da ku em sala xwe bi serkeftineke mezin derbas bikin."
 
Gerek em derfetên xwe baş bi kar bînin
 
Cîlan Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bangewaziya min ji bo hemû şagirtan heye ku van derfetan baş bi kar bînin. Gerek em derfetên xwe baş bi kar bînin ku em her serkeftî bin û di warê perwerdeyê de bi pêş bikevin."
 
Piştre ji aliyê şagirtên Zanîngeha Rojava ve şano hat pêşkêşkirin. Her wiha Koma Zanîngeha Rojava bi stranên şoreşgerî û bi gerandina govendê coşeke mezin dan vekirina sala nû ya perwerdeya zanîngehê.
 
 Vekirina  zanîngeha Rojava bi şahiyeke mezin  bi dawî bû.