Jinên mala gel wê ji bo kampanyaya ‘wê keça min bixwîne’ birevin
- 09:30 3 Mijdar 2017
- Rojane
ENQERE - Endama Mala Gel Buse Uçer a ku derbarê Kampanyaya bi navê "Wê keça min bixwîne" ya Mala gel de axivî ku wê di çarçoveya vê kampanyayê de bikeve pêşbirka bezê diyar kir ku herî zêde zarokên keç dibin kurbana polîtîkayên paşverû ên pergala perwerdê ya AKP'ê.
Endama Weqfa Malêngel Buse Uçar di çarçvoveya kampanyaya ‘Wê keça min bixwîne’ de ji bo zarokên keç xwe bigihînin mafê perwerdê wê di 39’emîn Maratona Stenbolê de bikeve pêşbirka pêşbaziyê. Buseyê der barê kampanyayê û pêvajoya perwerdeya nû de nirxandin kir.
‘Em ê kampanyayê bidin bihistin’
Buseyê bi lêv kir ku ev kampanya li dijî paşverûtiya perwerdeyê dane destpêkirin û got berê jî Mala Xwendekarkên Keç ya Hevdem dane destpêkirin. Buseyê got ji bo perwerda jinan bi armanca destpêkirina pêngavekê yurdên hevdem vekirine û niha li yurdan 50 xwendekarên jin dimînin.
Buseyê destnîşan kir ku Weqfên Malêngel bursa starbûnê jî didin û wiha got: “Bi polîtîkayên AKP’ê rewşa perwerdê her diçe xera dibe. Zarokên keç jî bi bandor dibin. Ji ber vê me kampanya da destpêkirn. Me got emê vê bi maratonê bidin destpêkirin. Ji ber vê emê di 39’emîn Maratona Stenbolê kampanyayê bidin bihistin.”








