Fîgen, Tugba û Burcu hîna li ‘çavê zilmê dinêrin’
- 09:28 3 Mijdar 2017
- Rojane
Hîkmet Tunç
WAN- Fîgen, Tugba û Burcu ku bi dengê jinên Serhedê çûn meclîsê ji aliyê desthilatdariyê ve ji siyasetê hatin dûrxistin. Gotina Fîgenê ya ‘Ez dixwazim li çavê zilmê binêrim’ niha li ser zimanê jinên herêmê ye.
Operasyonên ku ji aliyê HDP’ê ve wek ‘darbeya 4’ê mijdarê’ tên nasîn heta xistina parlamenteriya hinek siyasetmedaran çûn. Li herêma Serhedê jî sê jinên hatibûn hilbijartin ji siyasetê hatin durxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag parlamenterî û hevserokatiya wê hat xistin. Piştre parlamenteriya parlamentera Wanê Tugba Hezer hat xistin. Piştre parlamentera Muşê Burcu Çelîk ya li girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî bû bi îdiaya ‘ligel endamtiya rêxistinê alîkariya rêxistinê kiriye’ 6 sal cezayê girtîgehê girt.
Siyasetmedarên jin ku nasnameya jinê derxistin pêş û hêviyek mezin afirand, bûn hedefa desthilatdariyê. Jin bi îradeya gel bûn parlamenter û di siyasetê de cihên xwe girtin. Jinên Serhedê ku ji sekna Fîgen Yuksekdag, Tugba Hezer û Burcu Çelîkê bi bandor bûn ji xwe re mîsyonek nû hilbijartin.
Jinên bi tirkî nizanibûn ji sekna Fîgenê bi bandor bûn
Di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de HDP’ê li Wanê ji sedî 74,82 serkeftin bidest xist û partiya xwe kir rêza yekem. Di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî dîsa serkeftina xwe berdewam kir. Jinên Wanê yên Fîgen di dilê xwe de bi cih kirin qadên ku Fîgen lê bû vala nehiştin. Dayikên Wanê yên Tirkî nedizanîn ji Fîgenê bi bandor bûn.
Jinên qadên mîtîngê tije kirin bi gotina ‘Em bi parlamentera xwe re heman zimanî nizanin, lê sekn û samimiyeta wê me li qadan tîne cem hev’ û Fîgen hembêz kirin.
Ji ber axaftinên Fîgenê gelek doz lê hatin vekirin. Di 5’ê Mijdara 2016’an de darazê biryara girtina Fîgenê da.
Li çavê zilmê nêrîn…
Dozgeriyê der barê Fîgenê de fezleke amade kir û şand ji wezareta Edaletê re. Bi îdiaya Fîgenê propagandaya rêxistinê kiriye ji dosyayên hatin vekirin du heb bi dosyayên Enqereyê re kirin yek. Fîgenê ji bo xwest ‘ li çavê zilmê binêre’ tevlîbûna bi sîstema SEGBÎS’ê red kir û dosya bi encam nebûn.
Fîgena ku tenê carekê anîn salona runiştinê, di tevlîbûna runiştinên din ya bi pergala SEGBÎS’ê de jî ne Fîgen daraz hat darizandin. Fîgen niha li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê têkoşîna xwe didomîne.
Tugbaya êşa gel dijiya…
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer ku parlamentera herî ciwan ya meclîsê bû hem bû dengê jinan û hem jî bû dengê ciwanan. Tugbaya ku li Wanê ji bo azadiya jinan têkoşîn da bû hedefa herî mezin a desthilatdariyê. Tugbaya ku êşa gel parve kir, hema hema di her bernameyê de bi jinan re têkoşiya. Der barê Tugbayê de bi sûcdariyên ‘ heqeret li serokomar kiriye’ û ‘endamtiya rêxistinê’ doz lê hat vekirin. Beyî ku yek runiştineke dozê bê dîtin, meclîsê der barê Tugbayê de biryara dîrokî da û bi hinceta ‘di karê xwe de berdewam nekiriye’ parlamenteriya wê xistin.
Piştî Tugba parlamenteriya wê hat xistin, ji welatîbûnê jî hat derxistin.
Bedela pêkanîna siyasetê 6 sal
Parlamentera HDP’ê ya Muşê Burcu Çelîk li her bajarê ku ma ji bo rêxistibûna jinê têkoşînek mezin da û bû hedefa destilatdariyê. Xebatên siyasî yên Burcuyê meşandin jî wek ‘alîkariya rêxistinê’ hat dîtin û 6 sal ceza dan Burcuyê.








