'Ger ku bersîvê nedin vê çalakiya me em ê dest bi greva bê dorveger bikin'

  • 09:22 3 Mijdar 2017
  • Rojane

Rojda Aydin

AMED- Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên Aştiyê gotin ku ger hikûmet bersivê nede greva  birçîbûnê ya dorveger ew ê  li hemû deran greva birçîbûnê ya bêdorveger bidin destpêkirin.
 
Tecrîda ku li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin berdewam dike. Li gelek girtîgehan girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin  dest bi greva birçîbûnê kirin. Îro jî Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, zext û zordariyên ku li ser girtiyan tên kirin ji bos 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên Aştiyê gotin ku ger hikûmet bersivê nede greva  birçîbûnê ya dorveger ew ê  li hemû deran greva birçîbûnê ya bêdorveger bidin destpêkirin.
 
Dayika Aştiyê Leyla Aslan ya ku bertek nîşanî helwesta hikûmetê da di serî da trecrîda li ser Abdullah Ocalan tê kirin şermezar kir û got ku girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji bo ku greva birçîbûnê bi dawî bibe divê hikûmeta tirk daxwaza gelê kurd û girtiyên siyasî qebûl  bike. Ger ku hevdîtin bi Serok re neyê kirin wê  greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê bike. Lewra jî div ê rojek berî rojekê û saetek zûtir Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re  hevdîtinê bike.  Ji bo tecrîda li ser Serok rabibe divê hemû dayik dest bidin hev.”
 
‘Ev jî ji bo wan hişiyariyek e’
 
Dayika Aştiyê Nezahat Tekîn jî anî ziman ku di demên berê de dema li ser Abdullah Ocalan tecrîd  dest pê kiriye keça wê jî ji bo ev tecrîd bi dawî bibe bedena xwe daye ber agir û jiyana xwe ji dest daye. Ji ber vê jî naxwaze ku cara duyem tecrîd giran bibe. Got ku ger giran be wê demê rewş wê girantir bibe û wiha bi lêv kir: “Di gelek girtîgehan de  girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûn kirine. Di nav van girtiyan de kurê min jî heye. Dema ku ez çûm hevdîtina kurê xwe ji min re got ku ger hikûmet şertên me qebûl neke em ê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdorveger bikin. Ev jî ji bo wan hişiyariyeke. Keça min dawî li jiyana xwe anî û naxwazim ku kurê min jî dawî li jiyana xwe bîne. Lewra jî divê hikûmet demeke nêz de armanca wan bi cih bîne. Me jî ji bo tecrîda li ser Serok rabibe û zextên ku li ser girtiyan tê kirin bi dawî bibe ji bos ê rojan dest bi greva birçîbûn kir. Yek canê me heye û em ê wê jî ji bo Serok û zarokên xwe bidin.”
 
 ‘Tecrîd sucek e’
 
Dayika Aştiyê Raîfe Ozbek jî bi lêv kir ku daxwaza wan bi tenê ew e ku tacrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û lewra jî hemû Dayikên Aştiyê ji bo tecrîd rabibe sê rojan dest bi greva birçîbûnê kirine û ev tişt got:”Em dixwazin di demeke nêz de tecrîda li ser Serok rabibe û deriyê girtîgeha Îmraliyê bêvekirin û hevdîtin pêk werin. Bila demeke nêz de zilm û zordariya li ser Serok û kurdan rabibe.  Ger ku bi Serok re hevdîtin pêk were wê demê hem girtî û hem jî kesên ku li derve dest greva birçîbûnê kirine wê dev ji greva birçîbûnê berdin. Ger ku greva birçîbûnê mezin bibe wê demê rewş nebaşbe. Tecrîd sucek e.”
 
‘Mifteya çareseriyê Girtîgeha Îmraliyê ye’
 
Herî dawî Dayika Aştiyê Gulluhan Kaya axivî. Dayika Gulhan got ku bila ev tecrîda girankirî ya ku li ser Abdullah Ocalan tê kirin rabikin, di demeke nêz de hevdîtin pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mifteya çareseriyê Girtîgeha Îmraliyê ye. Bila di demeke nêz de ev tecrîd rabibe û hemû pirsgirêk çareser bibin. Em bi salan e ji Serokê xwe  tu agahiyê nagirin. Em jî dixwazin ku parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Me niha ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ger ku hevdîtin nêyê kirin wê demê em ê greva birçîbûnê mezin bikin. Ger ku  bi Serok re hevdîtin pêk were wê hemû pirsgirêk çareser bibin. Ji ber ku mifteya çareseriyê Îmrali ye.”