‘Bi bîrdoziya jinê û jîneolojiyê em dikarin cîhanê rizgar bikin’
- 09:02 3 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Li Rojavayê Kurdîstanê di 2'ê Îlonê de li zanîngeha rojava fakûlteya Jîneolojî hatibû vekirin. Der barê vekirina fakûlteyê de jinên ciwan nirxandin kir û gotin ku divê di zanîngehên Tirkiyeyê de jî fakûlteyên bi vî awayî bên vekirin.
Li Rojavayê Kurdîstanê bi pêşengiya jinên kurd berxwedaneke mezin hate dayîn. Li gel şoreşa rojava jinên kurd pêşengiya gelek deskeftiyan jî kir. Di cîhanê de cara yekem li zanîngeha rojava fakûlteya Jîneolojî hate vekirin. Zanîngeha ku sala 2016’an hatiye vekirin bi zanebûneke xweser waneya dide xwendekaran. Zanîngeha ku bi hişmendiya jinan hatiye avakirin bi vekirina fakûlteya Jîneolojiyê li her çar perçeyan hêz da têkoşîna jinan. Li Wanê jinên ciwan der barê fakûlteya jîneolojî de nirxandin kir û gotin ku vekirina fakûlteyê mizginiya qezenckirina jinên berxwedêr bûn.
‘Divê di zanîngehên Tirkiyeyê de jî fakûlteyên Jîneolojî bên vekirin’
Ciwana bi navê Rojbîn Çîftçî bi lêv kir ku ew ji vekirina fakûlteyê pir kêfxweş bûn û got ku pêwîst e her jinek bi zanistiya Jîneolojiyê tev bigere û wiha axivi;”Bi rastî li Rojava gavên girîng tên avêtin. Bi berxwedaneke mezin navê xwe di dîrokê de nivîsand. Bê guman ev şoreşa jî bi pêşengiya jinan pêk hat. Bi avakirina gundê JİNWARê kelecana têkoşînê zêdetir bû. Bi salan e jin bi taybetî jî jinên kurd bi zanistî û bi perspektîfên Jîneolojiyê her berxwe didin. Bi Jîneolojiyê em têkoşîna xwe bilindtir dikin. Her çiqas êrîşên li hemberî belavkirina zanistiya Jîneolojiyê hebin jî, jin dev jê bernadin û dixwazin her civatekê de belav bikin. Pêwîst e di civatan de zemînê Jîneolojîyê bê avêtin. Bi salan e xebatên ser Jîneolojiyê bê navber berdewam dikin. Herî dawî li gel şoreşa Rojava di zanîngehê de fakûlteya Jîneolojiyê hate vekirin. Vê yekê kêfxweşiyeke mezin da jinên bakûr. Bê gum pêwîste ku di zanîngehên Tirkiyeyê de jî fakûlte yan jî waneyên Jîneolojiyê bên dîtin. Li bakûr jin berxwedana Jîneolojiyê didin. Divê em jin her civatekê bi zanistiya Jîneolojiyê mezin bikin.”
‘Bi bîrdoziya jinê û jîneolojiyê em dikarin cîhanê rizgar bikîn’
Nazli Cîdan jî da zanîn ku li Tirkiyeyê bi hezaran zanîngeh hene û got ku di van zanîngehan de çima zanistiya jinê nayê dayîn û wiha got:”Bi giştî di cîhanê de her roj bi hezaran jin tên kuştin. Sêdêmê vê yekê jî ew e ku her roj hêzên desthilatdar dijminahiyê bi jinê re dikişînin. Kuştina jinan tunekirina jiyanê û gerdûnê ye. Ji bo ku kêmasiyên ku her roj kûr ve diçin bên çareser kirin, pêdivî pê heye ku gavên mîna Rojava bên avêtin. Ji bo ku civak perwerdehiyeke bi zanist bibîne pêwîst e ji bîrdoziya jinan sûd bigire. Em dixwazin di zanîngehên Tirkiyeyê de jî fakûlteya Jîneolojî hebe. Cara yekem li Rojava di zanîngehê de zanîstiya jinan ango Jîneolojî tê avakirin. Bi rastî vê yekê ez pir kelecanî kirim. Divê jinên ciwan li derdora zanistiya Jîneolojiyê bên xwedîkirin. Em jin ancax bi Jîneolojîyê û bi birdoziya jinê cîhanê rizgar bikin. Em pir dixwazin ku di zanîngehên Tirkiyeyê de jî beşên ku zanistiya jinê û beşên ku hebûna jinê qebûl dikin bên vekirin.”








