ROJEVA 3'YÊ MIJDAR 2017'AN

  • 09:00 3 Mijdar 2017
  • Rojev

*Li Rojavayê Kurdîstanê di 2'ê Îlonê de li zanîngeha rojava fakûlteya Jîneolojî hatibû vekirin. Der barê vekirina fakûlteyê de jinên ciwan nirxandin kir û gotin ku divê di zanîngehên Tirkiyeyê de jî fakûlteyên bi vî awayî bên vekirin. BI DÎMEN

*Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku ev salek û nîve li girtîha Tîpa F ya Kandirayê girtiye, banga têkoşînê li hemû jinan kir û got: “Li dijî zîhniyeta tarî, em têkoşîna xwe mezin bikin û ji polîtîkayên şer re bêjin bes e.”
 
*Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Leyla Hesen vekirina Meclîsa Dêrezorê di hundurê şoreşê de weke gaveke dîrokî nirxand.
 
*Piştî girtina parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Uçar û Ozlem Gumuştaşê  ji baroya Stenbolê bigirin heta baroyên din bê deng in.  Parêzerên jin ên li dozên girîng ên siyasî yên li Tirkiyeyê mêze dikirin, piştî hatin girtin baro bê deng man. Hevpîşeyên wan gotin: “Neheqî li ku bû Ozlem û Sezînê li wir bûn. Naskirina Ozlem û Sezînê, bi wan re xebat û jiyankirina têkoşînê mirovan xurt dike. Sezîn û Ozlem çima hatin girtin?”
 
*Hilweşandina avahiyên etapa yekem a Sûrê qediya derbasî etapa duyem  hatiye kirin. Li taxa Alîpaşaya ku hilweşandina etapa duyem a ku dest pê kiriye dayika bi navê Cemîle Tekera(80)  got ku dema ku baxçeyê wê tunebûye , gotiye ku bila beton be lê çêtire ji tunebûnê. Lê niha mala ku ew tê de dijî bifikare ku wê were hilweşandin. BI DÎMEN
 
*Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên Aştiyê gotin ku ger hikûmet bersivê nede greva  birçîbûnê ya dorveger ew ê  li hemû deran greva birçîbûnê ya bêdorveger bidin destpêkirin. BI DÎMEN
 
*Fîgen, Tugba û Burcu ku bi dengê jinên Serhedê çûn meclîsê ji aliyê desthilatdariyê ve ji siyasetê hatin dûrxistin. Gotina Fîgenê ya ‘Ez dixwazim li çavê zilmê binêrim’ niha li ser zimanê jinên herêmê ye.
 
*Birêveçûna hiqûqê berfirehkirina qada civakî ya edalet û maf e. Li Tirkiyeyê hiqûq qada desthilatdariyê berfireh dike, civak û jin ji polîtîka û rêveberiyên xweser, bêpar dihêle û bi hiqûqa ku yek alî hatiye amadekirin re rastî her cureyê şîdetê dihêlin. Îro desthilatdariyê hiqûq girtiye destê xwe û qada xwe bi OHAL û KHK’yan fireh dike û di serî de jin, dawiyê hemû civak tê darizandin.
 
*Endama Mala Gel Buse Uçer a ku derbarê Kampanyaya bi navê "Wê keça min bixwîne" ya Mala gel de axivî ku wê di çarçoveya vê kampanyayê de bikeve pêşbirka bezê diyar kir ku herî zêde zarokên keç dibin kurbana polîtîkayên Paşverû ên pergala perwerdê ya  AKP'ê.
 
*Endama HDP MYK’ê Yurdusev Ozsokmenlerê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û diyar kir ku niha hewcedariya herî mezin aştî ye û  ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe.