Mamosteyên zanîngehê tecrîd şermezar kirin

  • 17:34 2 Mijdar 2017
  • Rojane

QAMIŞLO - Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Mamosteyên Zanîngeha Rojava daxuyaniyeke nîvîskî dan. Di daxwiyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin li  ser hemû gelan tê meşandin.

 
Daxwiyaniya derbarê tecrîda li ser Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan de wiha ye:
 
Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bi felsefe û pêşengiya  xwe  ji bingeha dîroka mîrovatîyê xizmet kiriye û  fîlozofê sedsala nûjen e. Jîyan û felsefeya ku Rêber Abudullah Ocalan dixwaze li Rojhilata Navîn û li cîhanê ava bike, li dijî tundîyê û şer e.
 
Weke tê zanîn bi awayekî neexlaqî û durî hemû prensîbên mafê girtiyekî, nêzî sê salan e , bi hincetên bê bingeh hevdîtin bi parêzerên Abdullah Ocalan re çênebûye. Em vê polîtîqaya tecrîdê  û bêdengiya pergala  ku li îmraliyê  tê meşandin  bi tu awayî qebul nakin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di van demên dawî de deweleta tirk derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan de agahiyê ne zelal parve kiriye. Li ser vê yekê em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku bêdeng nemînin. Gerek bê zanîn ku ev tecrîd ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelan tê meşandin.