Çalakiya 'Em karê xwe dixwazin' de 2 kes hatin binçavkirin
- 16:26 2 Mijdar 2017
- Rojane
ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" ya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatiye destpêkirin, dewam dike û di çalakiya îro de 2 kes hatin binçavkirin.
Bi Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji kar hatibûn avêtin, çalakiya greva birçîbûnê ya ji hêla Nuriye û Semîh ve hatibû destpêkirin di roja 239'emîn de dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a ji bo piştgiriya Nuriye û Semîh hatiye destpêkirin, dîsa bû hedefa polîsan. Çalakiya ku 359 roj e dewam dike, polîsan dîsa êrîş kir. Di êrîşa polîsan de Sultan Aydogan û Îlker Işik hatin binçavkirin.








