Dayikên çalakvan: Bêdengiya li hemberî tecrîdê hevkari ye
- 15:10 2 Mijdar 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
WAN - Li Wanê Dayikên Aşitiyê ji bo ku girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên çalakvan diyar kirin ku ger tecrît bi vî awayî berdewam bike wê tirkiye vegere gola xwîne.
Ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan saleke bi tu awayî agahî nayên girtin. Her roj girankirina tecrîdê zêdetir dibe û li hemberî girankirina tecrîdê û bêdengiya dewletê nêrazîbûn û bertek li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bê navber berdewam dikin. Li Wanê bi pêşengiya Meclisa Dayîkên Aşitiyê ji bo ku girankirina tecrîdê şermezar bikin, li avahiya DBP'ê greva birçîbûnê ya dorveger hate destpêkirin. Dayikên ku di greva birçîbûnê de cih digirin diyar kirin ku bêdengî mirine û gotin ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan pêşeroja milyona ne.
‘Niha bi mîlyonan li Îmraliyê di bin tecrîtê de ne’
Dayika Hediye Kocak anî ziman ku heya ew agahiyekê ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan bistînin ew ê li qadan bin û wih axivi;”Tecrîda li ser serokê me her roj girantir dikin. Ji bo ku serokê me azad bibe em dest bi çalakiyê dikîn. Em vê tecrîdê bi tu awayî qebûl nakîn. Di şexsê Rêber Apo de niha bi mîlyonan li Îmraliyê di bin tecrîdê de ne. Bêdengiya li hemberî tecrîdê mirin e. Divê herkes baş bizane ku pêşeroja Rojhilata Navîn birêz Ocalan e. Bêdengî wê bi çalakiyên me bê şikandin. Ev saleke em ji serokê xwe agahî nastînîn. Destûrê nadin ku parêzer û malbat hevdîtina bi serokê me re pêk bînn. Em ê li hemberî girankirina tecrîdê bibîn deng. Heya ku ev tecrîde radibe em ê di çalakiyan de bîn.Heya ku Serokê me azad nebe bila tu kes nebêje ku em azad în. Em vê tecrîdê şermezar dikîn. ”
‘Sedema girankirina tecrîtê nenaskirina vîna gelê kurd e’
Dayika Hanîfe Kocak jî bi lêv kir ku dê kurd girankirina tecrîdê qebûl nekin û wiha dirêjî da axiftina xwe;”Niha li her deverên Kurdîstanê û li zîndanan tecrîteke mezin li ser girtiyan heye. Li Îmraliyê gelê kurd tê tecrîtkirin. Serokê me di girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîteke giran de jiyana xwe rêve dibe. Sebra me nema. Ji tendûristiya wî heya hebûna Serok em bi şik û gûman in. Dewlet jî baş dizane ku gele kurd vê tecrîdê qebûl nake. Sedema girankirina tecrîdê nenaskirina vîna gelê kurd e. Ji bo ku em ji Serok agahiyekê bistînîn me dest bi greva birçîbûnê kir. Ez bang li hemû jinên kurd dikim ku li hemberî vê tecrîdê û zilmê bêdeng nemînin. “
‘Divê gelê kurd li hemberî girankirina tecrîdê rabe ser piyan’
Dayika Aşitiyê Kewê İşik jî da zanîn ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji bo kurdan xeta sor e û wiha pê de çû;”Ji bo ku tecrîtê bişkînîn me îro dest bi greva birçîbûnê kir. Pêwîst e herkes berpirsyariya xwe bîne cih. Tu kes vê tecrîdê qebûl neke. Hêzên netew jî hevkarên girankirina tecrîdê ne. CPT çima li hemberî vê tecrîdê bêdengin. Tecrît li dijî mirovahiyê ye. Divê gelê kurd li hemberî girankirina tecrîdê rabe ser piyan.”
‘Bêdengiya li hemberî tecrîdê hevkari ye’
Zekiye Kaya jî bang li jinên Wanê kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan û got ku gelê kurd ne bê însiyatîfe û wiha got:”Em îro dest bi greva birçîbûnê dikîn. Serokê me niha di bin zilmeke giran de tê girtin.Divê em li hemberî tecrîdê berxwedanê hilbijêrîn tecrîd nayê qebûlkirin. Bêdengiya li hemberî tecrîdê hevkari ye. Xwîn bi xwînê nayê şûştin “








