Berxwedana Kobanê bû bingeha dîroka mirovahiyê

  • 14:43 2 Mijdar 2017
  • Rojane

KOBANÊ - Bi boneya 1`ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê gelê herêma Firatê li wargeha berxwedanê şahiya di bin dirûşma "Kobanê paytexta berxwedana mirovahiyê ye" li dar xist.

 
Bi hezaran şênî ji bajarên Sirîn, Minbic, Girêspî, Tebqa û Herêma Cizîrê ji bo pîrozkirina roja Kobanê ya cîhanê di salvegera xwe ya 3’emîn de berê xwe dan Kobanê. Şahî li Qada Qehreman Egîd  û bi coşeke mezin hat li darxistin. Jinên ku hatibûn  pîrozbahiyê hest û nêrînên xwe wiha anîn ziman.
 
Arîn bû hêza serkeftinê!
 
Di destpêkê de cîgira Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Cemîle Ehmed axivî û got:”Di kesayeta qehereman Arîn Mîrkan û Rêvan de ez hemû şehîdan bi bîr tînim. Îro di roja piştgiriya Kobanê de em dibînin ku hemû Netew careke din kombûne û vê rojê pîroz dikin. Dema ku gel bi xwe bawer be û  xwe li ser piyan bihêle wê hemû êrîşan bişkînin. Çawa ku Kobanê, Girêspî û Reqa ji DAÎŞ`ê rizgar bûn û îro jî berê şervanên azadiyê li Dêrezorê ye û di dema pêş de jî em ê bi van hemû netewan li bajarê Dêrezorê jî werin gel hev û em ê pîrozbahiyê çê bikin. Îro kombûna ewqas gel cihê kêfxweşiyê ye, em îro careke din hemû gel li bajarê Kobanê kom bûn û govenda azadiyê digerînin."
 
Şervanan bi canê xwe axa xwe bi dest xistin!
 
Her wiha Endama PYD`ê Şemse Ehmed jî axivî û diyar kir ku Kobanê bi berxwedana YPJ/YPG bi ser ket û got: "Em îro çiqas hestên xwe bînin ziman kêm e.  Ji ber ku Kobanê kolanek mabû ku bi destên dijmin bikeve. Lê bi berxwedana YPJ/YPG û berxwedana Arîn Mîrkanan dijminê me di Kobanê de têk bir. Dewleta Tirk digot 'Kobanê ket û wê bikeve' lê me dît ku Kobanê bi ser ket û azad bû. Îro em li şervanên azadiyê û Gelê Kobanê mêze dikin ku  îro bi awayekî azad di kolanên ku şer tê de bi dijwarî çêbûye û me şehîd daye  azad dijîn."
Şemsê di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Têkoşîna azadiya Kobanê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat û îro divê ku em heta  ku Rêberê me azad bibe em têbikoşin.”
 
Hevgirtina Kobanê bû bingeha federaliyê!
 
Di heman demê de Endama desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê Derya Remzan axivî û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bû bingeha gelek projeyên serkeftî û wiha got: "Îro roja ked û berxwedana şervanan e. Li Kobanê çawa ku hemû pêkhateyan bi hev re şer meşandin îro jî hemû pêkhate li gel hev in, dest bi dest ber bi projeyeke Demokratîk û rojeke azad ve dimeşin. Ji ber ku Roja Kobanê ya cîhanê bû bingeha gelek projeyên di Rojava û di Bakûrê Sûriyeyê de. Kobanê bû nimûneya berxwedanê û rêbaza têkoşîna li hemberî sîstema rejîma desthildar."
 
‘Em coşa xwe diyarî hemû gelan dikin’
 
Di dawiyê de dayîka Kobanê Leyla Omer ku bi bi cil û bergên gelêrî tevlî şahiyê bûbû hestên xwe wiha anî ziman: "Em bi coşa jinê bi cilên xwe yên gelerî hatine şahiya pîrozkirina 1`ê Mijdarê. Di bin dilopên baranê de bi tevahî gelên ku xwedî li roja Kobanê derketin ez wan pîroz dikin. Em coşa xwe diyarî hemû gelan dikin û li Rêber Abdulah Ocalan û jinên ku heta niha tekoşîna xwe dewam kirine û azadiya jinê diparêzin em li wan jinan jî pîroz dikin."