Malbatên Berxwedêran: Em bi şehîdên xwe ser bilind in
- 13:03 2 Mijdar 2017
- Rojane
Lîlav Elî
EFRÎN - Bi boneya salvegera 1'ê Mijdarê roja cîhanê ya Kobanê hevjîn û dayikên berxwedêrên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dan ji ajansa me re nêrînên xwe yên derbarê berxwedana Kobanê de anîn ziman.
Hevjîna berxwedêr Şahîn, Nisrîn Cemo salvegera roja dîrokî ya kobanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li şehîdên ku di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan û li hemû Gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Bi hezaran jinan di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtin û Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Rizgarkirina Kobanê serkeftina jinên Kurd e."
'Ez bi hevjînê xwe ser bilind im'
Nisrînê wiha axaftina xwe domand:"Ez bi şehadeta hevjînê xwe serbilind im. Lê li kêleka hevjînê min gelek jin jî bi berxwedaneke pir mezin li berxwe dan û şehîd ketin. Dema ku Kobanê bi tekoşîna jinê hat rizgar kirin em wek hevjînên şehîdan me gelek moral girt. Bi taybetî jî di şexsê Şehîd Arîn Mîrkan de pêşengtiya jinê bû rojeva cîhanê. Berxwedana şehîd Arîn hîşt ku bi hezaran jin rabin ser piyan û di şexsê wê de tekoşînê xurt bikin."
Nisrînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Em soz didin ku em ê şopdarên Arînan bin û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin."
'Serkeftina Kobanê serkeftina Gelê Kurd e'
Her wiha dayika berxwedêr Rizgar, Suheyle Şêx Ehmed jî salvegera 4. ya rizgarkirina Kobanê li hemû berxwedêrên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Em wek dayikên şehîdan em ê tola xwîna şehîdên nemir hildin û her tim em ê şopdarê berxwedana wan bin. Serkeftina Kobanê serkeftina Gelê Kurd e."
'Dîrokê isbat kir ku Gelê Kurd tu carî dev ji axa xwe bernadin'
Ji aliyekî din ve jî dayika berxwedêr Welat Rêber, Qedriyê Henen diyar kir ku bi saya berxwedêrên azadiyê ew dijîn û wiha got:"Kobanê bi saya hêzên YPG-YPJ'ê hat rizgar kirin. Bi vê serketinê diyar bû ku tu kes nikare li hemberî hêza Gelê Kurd şer bike û bi ser bikeve. Dîrokê ispat kir ku Gelê Kurd tu carî dev ji axa xwe bernadin. "
Qedriyê di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên azadiyê kir ku li ser şopa berxwedêrên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dane bimeşin û hêviyên wan pêk bînin.








