Komîsyona Mafên Mirovan bi Dayikên Aştiyê re hevdîtin nekir

  • 12:32 2 Mijdar 2017
  • Rojane

ENQERE - Dayikên Aştiyê ku ji bajarên cuda cuda çûn Enwereyê, ji bo ku pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin û derbarê tecrît û greva birçîbûnê ya li girtîgehan de xwestin ku bi Serokê Komîsyona Mafên Mirovan re hevdîtinê bikin, lê serok Mustafa Yeneroglu yê ku berê daxwaza dayikan qebûl kiribû pitre dayik ji ber derî vegerandin û bi wan re hevdîtin nekir.

 
Serokê Komîsyona Lêpirsîna Mafên Mirovan ya Meclîsa Tirkiye Mustafa Yeneroglu yê AKP’î, randevûya dabû Dayikên Aştiyên ên xwestin têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin bikin, îptal kir. Serokê Meclîsê, Dayîkên Aştiyê yên hatin  Meclîsê paşve şandin.   
 
Dayîkên Aştiyê yên ji bajarên cûda hatin Enqerê ji serokê komîsyonê randevu daxwaz kiribûn. Serok Mustafa Yeneroglu ligel rendevû dabû jî di saeta randevûyê de got “Ez naxwazim hevdîtin bikim” û Dayîkên Aştiyê baş ve şand. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî Mustafa Yeneroglu dan. 
 
'Abdullah Ocalan 945 roj in di bin tecrîtê de ye'
 
Fîlîz Kerestecîoglu, diyar kir ku Dayîkên Aştiyê berî hefteyekê randevû xwestin û wiha axivî: “Ne gotin ji ber çi naxwazin hevdîtiê bikin. Çareseriya pirsgirêka kurd, grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de û tecrît… Ev hemû di daxwaznameyê de hatibûn nivîsandin. Abdulla Ocalan 945 rojin dibin tecrîtê deye. Gelo ev tecrî sûcê mirovahiyê ye, yan jî işkenceye? Ger ji ber vê yekê di girtîgehan de grevên birçîbûnê dest pê kiribin, ev tê wê wateyê,  welat talokeya salên 1990’î dijî. Dayîkên Aştiyê xwestin vê yekê bînin ser ziman û wê daxwaza gorên zarokên xwe, hestiyên zarokên xwe bikirana.” 
 
Fîlîz, da zanîn ku Dayîkên Aştiyê bi salane li benda hestî û gorên zarokên  xwe ne û wiha got: “Hemû hevdîtinên çareseriya welat bi Abdullah  Ocalan re hatin kirin û ev hevdîtin bi desthilatdariyê re hatin kirin. Pêdiviya  welat bi aştiyê heye. Dayîkên Aştiyê ji bo vê yekê xwestin hevdîtinê bikin. Ger bi Serokê Komîsyona Mafên Mirovan re hevdîtinê nekin, ma wê bi kê re bikin?” 
 
'Erka xwe bi cih bînin'
 
Parlamenter Aycan Îrmez jî, diyar kir ku ev yek dide xuyakirin ku mudaxileyî serokê komîsyonê kirine û wiha axivî: “Mîna hemû tiştan ev der jî bi fermanan dixebite. Gelo tirsa Birêz  Mustafa Yeneroglu ji çi ye? Di telefonê de bi min re axivî. Ligel ku min ev bêhiqûqî ji wî re ragihan jî got ku ew pê re eleqedar nabe. Ev mijar raste rast we eleqedar dike. Ji ber ku hûn Serokê Komîsyona Mafên Mirovan e. Hûn mecbûrîn  erka xwe bi cih bînin.”