Bi berxwedana Kobanê projeya federaliya demokratîk bi ser ket
- 12:19 2 Mijdar 2017
- Rojane
Orîvan Mustefa
EFRÎN - Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê a kantona Efrînê Hêvîn Hisên 1'ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê nirxand.
Bi boneya hatina roja 1'ê Mijdarê, roja xwedîderketina li rûmeta cîhanê Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê Hêvîn Hisên salvegera 4'emîn a roja rizgarkirina Kobanê bi dilekî germ li malbatên berxwedêrên azad û li Gelê Kurd pîroz kir.
'Şerê Kobanê destan bû, ne tenê şer bû'
Hêvîn Hisên diyar kir ku di şerê Kobanê de bûyerên gelek dijwar hat jiyîn lê serkeftinên ku li wir hatin bi dest xistin, ket dîrokê û wiha dewam kir:"Berxwedana ku li Kobanê hat kirin bû destan, berxwedêrên azad bi tîpên ji xwînê, careke din dîrok nivîsandin".
'Berxwedana jinê bandorek mezin li cîhanê kir'
Hêvînê bal kişand ser jinên ku di şerê Kobanê de berxwe dan û got:"Şoreşa rojava ji cîhanê re bû mînak. Jinên ku di şerê Kobanê de ber xwe dan û bûn leheng bandorek erênî û mezin li tevahî cîhanê kir. "
'Federaliya Demokratîk sîwana tevahî gelan e'
Her wiha Hêvînê bi bîr xist ku îlankirina rêveberiya xweser encama serkeftinên ku li Kobanê hatiye kirin bû û got:"Îlankirina rêveberiya xweser bingeheke bi hêz bi xwe re ava kir ev bingeha jî ji bo projeya Federaliya Demokratîk hêzek pir xurt bû. Li ser esasê netewa demokratîk û serkeftinên ku hatiye bi dest xistin me hêzeke mezin bi dest xist."
'Em ê dev ji Efrînê bernedin û ji bo Efrînê jî têbikoşin'
Hêvînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Efrîn di nav dorpêçkirineke pir mezin de ye, lê çawa ku em li Kobanê xwedî derketin em ê li Efrînê jî xwedî derkevin. Em ê dev ji Efrînê bernedin û ji bo Efrînê têbikoşin."








