Meclisa Dayikên Aştiyê dest bi greva birçîbûnê kir

  • 12:14 2 Mijdar 2017
  • Rojane

AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ji bo ku balê bikişîne ser tecrîta girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaaln û greva birçûbûnê ya li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nûçeyên provakatîf yên di demên dawîn de hatin weşandin îro dest bi greva birçîbûnê kir. Dayikên Aştiyê yên ku gotin wan li avahiya xwe ya li Amedê dest bi grevê kirine diyar kirin ku wê çalakiya wan 3 rojan berdewam bike. Herwiha di daxuyaniya ku derbarê grevê de hat dayîn de rêveberên HDP, DBP û aktîvîstên TJA'yê jî amade bûn .Di daxuyaniya ku ji aliyê daykan ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hata agahiyek ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin ew ê çalakiyên xwe yên cur bi cur ên protestoyî berdewam bikin.
 
'Divê ku her kes erka dikeve ser milên wan pêk bîne'
 
Dayika Aştiyê Nafiye Yîgît bal kişand ser tercîrta li dijî Abdullah Ocalan û got ku divê demildest ev tecrît bê bidawîkirin. Nafiye di berdewama axafitina xwe de wiha got: "Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Nuçeyên ku derbarê Rêber Apo de tên weşandin me dike gûmanan.  Zarokên me li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Ger ku ji Bez Abdullah Ocalan agahî neyê girtin wê ev grev veguhere rojiyam mirinê.  Em naxwazin ku ji girtîgehan cenaze bên derxisitn. Ji bo vê her kes divê ku erka xwe bi cih bîne."
 
'Me ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kir'
 
Nafiye got ku divê tecrît bê rakirin û ji malabta Abdullah Ocalan, parêzerên wî, an jî ji Heyeta Îmraliyê biçin bi  Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Nafiye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku tecrîta li ser Rêber Apo bê rakirin  em 28 dayik ji bo 3 roja ndest bi gereva birçîbûnê dikin.  Di heman demê de li hemû bajaran ji  40 kesî zêdetir dayikên aştiyê ji bo 3 rojan dest bi greva birçûbûnê kirin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Girtiyên Siyasî Rûmeta me ne" bi dawî bû û dayikan pitî daxuyaniyê ji b o3 roja ndest bi grevê kirin.