Hêvî Mustefa: Vîna Gelê Kurd hişt ku Kobanê bi ser bikeve

  • 11:33 2 Mijdar 2017
  • Rojane

Lîlav Elî

 
EFRÎN - Hevseroka Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê li berxwedêrên azadiyê û li Gelê Kurd pîroz kir û got: “Berxwedana ku li Kobanê hat kirin hişt ku şoreşa rojava pêk were û doza kurdî li tevahî cîhanê belav bibe."
 
Kobanê bû sembola cîhanê!
 
Hêvî Mustefa diyar kir ku berxwedana Kobanê ji hemû cîhanê bû mînakek bi rûmet û wiha got:”Bi berxwedana  Kobanê hemû gelên aştîxwaz bûn yek, ev yekbûn jî bi rêbertiya jinê pêk hat. Pîştî Kobanê  Bajarê Reqayê ku  DAÎŞ'ê wek paytexta xwe nîşan dida hat rizgarkirin. Ji her du aliyan jî îradeya kurdan a bi hêz derket holê.”
 
Êrîşa li ser Kobanê perçeyeke ji Komployê bû!
 
Hêviyê, diyar kir ku serkeftinên ku li Kobanê  hatin bi dest xistin komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vala derxist û wiha dewam kir: “Bi tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, dewletên navneteweyî xwestin ku xeta aştiyê, îradeya gelê azad bişkînin û hêza faşîst bi ser bikeve, lê belê berxwedana  Gelê Kurd îro îsbat kiriye ku ev pilanên qirêj vala derketine. "
 
Gelê Kurd bi projeya Netewa Demokratîk Komployê vala derdixînin!
 
Hêviyê bal kişand ser planên li der dora Efrînê tê xwestin ku bê kirin û wiha berdewam kir: "Dijmin bi rêya tecrîdkirina Rêber Apo hewl dide ku ji nû ve komployekê pêk bîne, lê bi projeya netewa demokratîk em ê komployê bişkînin û pilanên li der dora herêma Efrînê tên çêkirin jî dê vala derkeve. Bi rihê berxwedana Kobanê û bi pirojeya Netewa Demokratîk em ê bi ser bikevin."
 
Hêvî Mustefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Îradeya gelê azad a bi berxwedana Kobanê  ev 3 sal in dewam dike û dê tu caran hêzên dagirker nikaribin vê îradeyê bişikînin."